Futbolîza Kurd di lîga Siûdî de bi 33 golan bû yekemîn

Futbolîza Kurd di lîga Siûdî de bi 33 golan bû yekemîn

PeyamaKurd - Werzişvana Kurd a futbolê Şûxan Nûredîn ku di Lîga Jinanan a Premierê ya Erebistana Siûdî de, dilîze bi avêtina 33 golan bû futbolîza jin a herî zêde gol avêtine.

Şûxan Nûredîn di tîma El Hîlal de dilîze û di werza îsal de heta niha li hermberî rikeberên xwe 7 caran bi ser ketiye û du caran têk çûye ku carekê jî wekhev maye.

Şûxan Nuredîn a bi jimara formeyê 17 dilîze, 33 gol bo tîma xwe tomar kirin û 22 puan bidest xist ku bi van golan bûye lîstikvana jin a di vê werzê de herî zêde gol avêtine.

Futbolîza Kurd beriya niha jî di tîma Gaza Bakûrê Iraqê de bûbû golvana herî baş a Lîga Futsalê û bi tîma neteweyî ya Iraqê re di Lîga Futsal a Rojavayê Asyayê de pileya golkera herî baş bi dest xistibû.

Lîga Jinanan a Premierê ya Erebistana Siûdî ji 8 tîman pêk tê ku ew jî tîmên; El Nasr, El-Hîlal, El-Îtihad, El-Yamame, El Şebab, El-Ehlî, Şûala El Şerqiye û Sama ne.