Futbolîzê Îsraîlî yê Antalyasporê hate berdan: Dîlên Îsraîlî jî hene, ne alîgirê şer im!

Futbolîzê Îsraîlî yê Antalyasporê hate berdan: Dîlên Îsraîlî jî hene, ne alîgirê şer im!

PeyamaKurd - Futbolîzê Antalyaspor a Tirkiyeyê yê Îsraîlî Sagiv Jehezkel ku doh 14ê Çileyê piştî gola avêtibû, paçikê destê xwe yê ku tê de “100emîn roja êrîşa 7ê Cotmehê” ya Hamasê dinivîsî nîşan dabû û piştre jî ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin, îro hate berdan. Jehezkel di îfadeya xwe de gotiye ku ew ne alîgirê şerê Xezzeyê ye, lê dîlên Îsraîlî jî hene ku ew dixwaze şer bê bidawîkirin.

Sagiz Jehezkel di maça Antalyaspor-Trabzonsporê ya hefteya 20emîn a Lîga Super a Trendyolê ya ku doh hat lîstin û bi 1-1 bi dawî bû de, goleke avêtibû û piştre jî bi nivîsa li ser destê xwe “100 days... 7.10.” êrîşa Hemasê ya meha Cotmehe bibîr anîbû.

Piştî demekê futbolîzê Îsraîlî rastî bertekên tund li Tirkiyeyê hat û wekî piştevanê şerê Xezeyê û Filîstîniyan hate tawanbar kirin. Piştre jî polîsan ew binçav kir, ta ku îro duşemê ji aliyê dadgehê ve hate berdan.

Herwiha tîma wî jî ew ji kadroya xwe ya lîstikê derxist û sponsorên Antalyasporê jî gefa vekişîna ji sponsoriyê xwarin.

Sagiv Jehezkel di îfadeya xwe ya dadgehê de gotiye: “Min ew tevger ne ji bo ku kesî provoke bikim, kir. Ez ne kesekî alîgirê şer im û dawiya dawî li Xezeyê leşkerên Îsraîlî yên ku dîl in jî hene. Ez kesekî baweriya xwe bi wê yekê tînim ku divê ev pêvajoya 100 rojî bi dawî bibe. Ez dixwazim şer bi dawî bibe loma min ew nivîs nîşan da. Ti eleqeya min bi siyasetê re nîne.”