Futbolîstê Kurd tevî Ronaldo di rapirsiya futbolîstê herî baş de cî girt

Futbolîstê Kurd tevî Ronaldo di rapirsiya futbolîstê herî baş de cî girt

PeyamaKurd - Federasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ji bo diyarkirina futbolîstê herî baş ê meha duyem a Rojavayê Asyayê li ser malpera xwe ya fermî rapirsiyek çêkir.

Di rapirsiyê de, navê futbolîstê Kurd Aso Rustem û Cristiano Ronaldo li tenîşta hev hatine danîn û pêşbirka futbolîstê herî baş dikin.

Federasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ragihand ku futbolîstên hatine namzed kirin yên ji bo xelata futbolîstê herî baş ê meha du ya îsal in.

Di rapirsiyê de, navên futbolîstê Tîma Şurte ya Iraqî Aso Rustem, futbolîstê Tîma Nesir a Siûdî Cristiano Ronaldo, futbolîstê Tîma Hîlal a Siûdî Odion Ighalo, futbolîstê Tîma Erebî ya Qeterê Umer Some, futbolîstê Tîma Mename ya Behreynê Mehdî Ebdulcebar cî digirin.