Erîvan a Dêrsimî bû şampiyona Kick Boksê ya Cîhanê

Erîvan a Dêrsimî bû şampiyona Kick Boksê ya Cîhanê

PeyamaKurd - Keça bi navê Erîvan Barût ku ji Dêrsimê ye, li welatê Portugalê di Şampiyoniya Cîhanê ya Kick Boksê de bû yekem û pileya şampiyoniya cîhanê ya 48 kîloyî bi dest xist.

Di şampiyoniya Kick Boksê ya li bajarê Albufeirayê yê Portugalê hate lidarxistin de, ji 70 welatan 2 hezar werzişvanan beşdarî kir.

Erîvan Barût di kategoriya 48 kîloyî de reqîbên xwe yên Xirwat, Polon û Îsraîlî têk birin û bû xwediya madalyeya zêrîn.

Madalyeyên Erîvan Barûtê heta niha bi dest xistine, bi vê serkeftina xwe ya dawî re gihîşt 41an.

Erîvan Barût di Kûpaya Cîhanê ya Kick Boksê de ku îsal li Macaristanê hatibû lidarxistin de jî pileya şampiyoniyê bi dest xistibû.

Herwiha Erîvan Barût di Şampiyonaya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ya ku di sala 2022yan da li Xirwatistanê hatibû lidarxistin de jî madalyeya zêrîn bi dest xistibû.

Erîvan Barût 22 salî ye û li gundê Korkesê yê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 2016an ve werzişê dike.