Daxuyaniya AK Partiyê ya li ser Faruk Koca yê ku êrîşî hakem kir!

Daxuyaniya AK Partiyê ya li ser Faruk Koca yê ku êrîşî hakem kir!

PeyamaKurd – Serokê Klûba Enqereyê Faruk Koca ku piştî maça Ankaragucu-Çaykur Rizesporê êrîşî hakem Halîl Umut Meler kiribû, bi daxwaza îxrackirina ji AK Partiyê sewqî disîplînê hat kirin.

Di hefteya 15emîn a Lîga Superê de, piştî pêşbirka MKE Ankaragücü-Çaykur Rizesporê, Serokê Tîma Enqereyê Faruk Koca bi lêdana hakemê Halîl Umut Meler deng veda.

Piştî bûyera bû sedema bertekên raya giştî, AK Partiyê ragihand ku parlamenterê berê Faruk Koca bi daxwaza îxrackirinê sewqî disîplînê hatiye kirin.

Di daxuyaniya AK Partiyê de hat diyarkirin, Kocayê ku piştî maça MKE Ankaragücü-Çaykur Rizesporê êrîşî Meler kir bi daxwaza îxrackirina ji partiyê hat cezakirin û ev mijar wê di Lijneya Biryar û Rêveberiyê ya Navendî (MKYK) de bê nîqaşkirin.