Çiyavanê Ûkraynî dema hildikişa Çiyayê Agiriyê ket

Çiyavanê Ûkraynî dema hildikişa Çiyayê Agiriyê ket

PeyamaKurd – Çiyavanê Ûkraynî yê bi navê Daniel Odynets di wexta hilkişiya Çiyayê Agiriyê, mêzêna xwe wenda kir û ket. Di ketinê de lingê wî şikest. Hevalên wî alîkariya wî kirin û wî rizgar kirin.

Çiyavanê Ûkraynî di sala nû ya 2024an de di nav refê çiyavanên xwecîh û biyaniyan de, di bilindahiya 4500 metre de hildikişiya Çiyayê Agiriyê.

Çiyavanên hevalên wî agahiyê dan tîmên tenduristiyê yên 112an û li ser wê tîmên AFADê, Cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.