Amedspor, li deplasmanê bi ser ket

Amedspor, li deplasmanê bi ser ket

PeyamaKurd- Amedspor, di pêşbirka 4emîn a Grûba Sor a Lîga 2yem a TFFê de li deplasmanê li hember 68 Aksaraysporê 2-1 bi ser ket.

68 Aksarayspor û Amedspor li Stadyûma Aksaray Dagilganê hatin hemberî hev. Beriya ku lîstik dest pê bike, li stadyûmê strana nijadperest a “Ez bimirim Tirkiyeya min” hat guhdarîkirin û gotinên wê hatin berzkirin.

Nîveka yekem a pêşbirkê bê gol bi dawî bû û di xuleka 63yan de kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan tîma xwe 1-0 xist pêş.

Her wiha di xuleka 77emîn de lîstikvanê Aksaraysporê Yasîn Abdîoglu li ser navê tîma xwe bi penaltiyê gola wekheviyê havêt û skor bû 1-1.

Amedsporê xuleka 86an penaltiyek bi dest xist û Kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan penaltî kir gol û careke din Amedspor 2-1 xist pêş.

Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan.