Amedsporê, Uşakspor 4-0 têk bir

Amedsporê, Uşakspor 4-0 têk bir

PeyamaKurd- Di pêşbirka hefteya 6emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de Amedspor û Uşakspor hatin hember hev û Amedsporê di vê pêşbirkê de Uşakspor têk bir.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl, xuleka 11an golek havêt û tîma Amedsporê 1-0 bi ser xist.

Di xuleka 44an a pêşbirkê de jî Taner Gumuş golek havêt û nîve yekem ji bo Amedsporê bi encama 2-0 bi dawî bû.

Her wiha di nîveka duyem de lîstikvanê Amedsporê Dijlan Aydin xuleka 73yan de tîma xwe 3-0 bi pş xist û Serkan Odabaşoglu jî di xuleka 82yan de golek havêt û lîstik bi encama 4-0 a bi serkeftina Amedsporê de bi dawî bû.

Her wiha Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan û di grûpa xwe de bû yekem.