Amedsporê, Şanliurfaspor 1-0 têk bir

Amedsporê, Şanliurfaspor 1-0 têk bir

PeyamaKurd- Di pêşbirka ku îro li Diyarbekirê di navbera tîmên futbolê yên Amedspor û Şanliurfasporê de hat rêvebirin de Amedspor 1-0 ew têk bir û di lîgê de ket rêza yekemîn.

Di pêşbirka ku di navbera Amedspor û Şanliurfasporê de di 22yemîn hefteya lîgê de li Diyarbekirê hat lîstin de Amedspor bi ser ket.

Ji bo lîstika ku îro saet di 14:00an de li Stadyûma Tahîr Elçî dest pê kir, ji 10 hezaran zêdetir alîgirên Amedsporê jî ji bo piştevaniyê li stadyûmê amede bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku di heman demê de ji bajarên Êlih, Şirnex, Mêrdîn û gelek bajarên din ên bakur jî gelek kes ji bo temaşekirina lîstikê, li stadyûmê cihên xwe girtin.

Hat diyarkirin ku di xuleka 45+1 a lîstikê de lîstikvanê Amedsporê Mehmet Alaaddinoglu golek havêt û Amedspor li hemberî Şanliurfasporê 1-0 bi pêş ket.

Her wiha hat ragihandin ku tevî ku di nîva duyemîn a lîstikê de rikeberiyeke tund hebû jî wekî din gol nehatin havêtin.

Di encama vê serkeftinê de puanên Amedsporê bûn 40 û di lîgê de bû yekemîn. Şanliurfaspor jî di 38 puanan de ma û di rêza 3yemîn a lîgê de cihê xwe girt.