Amedsporê li hember 30 hezar alîgirên xwe serkeftin bi dest xist

Amedsporê li hember 30 hezar alîgirên xwe serkeftin bi dest xist
PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedspor ku ji bo şampiyoniya 2024an têdikoşe di Koma Sor Lîga 2. de roja Yekşemê li sehaya xwe bi tîma Karaman FK re hate pêşberî hev.

Di maça ku 30 hezar alîgirên Amedsporê piştevaniyeke xurt danê û namzedên hilbijartinên şaredariyê yên Diyarbekirê jî wekî temaşevan beşdarî kirin de, Amedsporê bi encama 4-1 zora Karamansporê bir û bû lîderê lîga xwe.

Li aliyê din tîma Igdirsporê ku di Koma Sor  a Lîga 2. ya TFF de lîder bû jî bi têkçûna li hember Menemensporê ji lîdertiyê ket.
 
Niha Amedspor bi 56 pûanan di rêza yekem û Igdirspor jî bi 55 pûanan di rêza duyem a lîgê de ye.