Amedsporê bi encama 3-2 zora Somasporê bir û nêzî lîdertiyê bû

Amedsporê bi encama 3-2 zora Somasporê bir û nêzî lîdertiyê bû

PeyamaKurd – Tîma Amedspor îro 20ê Kanûnê di Koma Sor Lîga 2. a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de, derket pêşberî tîma Somasporê.

Amedspor ji ber lîstikvanekî wê karta sor wergirt, bi deh kesan maç temam kir.

Amedspora ku bi deh futbolîzan maç dewem kir, bi encama 3-2 zora Somasporê bir û pûanê xwe derxist 36an.

Di lîga Amedsporê de lîder GMG Kastamonuspor bi 40 pûanan di rêza yekem de ye.

 Amedspor bi vê encamê re nêzîkî lîdertiyê bû.