Amed Spor serkeftinên xwe berdewam dike

Amed Spor serkeftinên xwe berdewam dike

PeyamaKurd- Tîma Futbolê a Diyarbekirê Amed Spor vî hefta jî li hember tîma Etîmeskut a Ankarayê 1-0 biserket û 3 xal bidestve anî. 

Tima yekem a Gruba Sor Amed Spor li Diyarbekirê mazûvaniya tîma Anqerê Etîmesgûtê kir û bi gola ku di xuleka 56'an de ji aliyê Oktay Aydin ve tomar kir 1-0 biserket û di encama 11 hevrikiyan de puanê  xwe kir 29 play. 

Amed Spor îsal hêj di liga xwe de têk neçûye û tenê 2 hevrikiyan de biser neketiye û di lîga xwe de yekem e.