Amed Spor li mala xwe 1-1 wekhev ma

Amed Spor li mala xwe 1-1 wekhev ma

PeyamaKurd - Lîstika futbolê ya  Amedsporê û Fethiyesporê bi skora 1-1 bi dawî bû û her yek ji wan  pûanek wergirt. 

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li mala xwe bi Fethiysporê re leyîst

Amedsporê baş dest bi lîstikê kir û lîsikvanê wê Berk Îsmaîl hîn destpêka lîstikê, di xuleka 6 emîn de golek avêt.

Lê Fethiyesporê di xuleka 45 emîn de bi gola Ridvan Turker bersiv da Amedsporê.

Nîva yekem a lîstikê 1-1 wekhev bi dawî bû.

Amedsporê xwest di lîstikê de 3 pûanan bi dest bixe lê nekarî encamê biguhere û nîva duyem jî bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Herçend di vê lîstikê de Amedsporê pûanek bi dest xistibe jî, dîsa jî di lîga xwe de yekem e.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 31ê.

Hêjayî gotiniyê ye ku Amedspor di sezona îsal de heta niha têk neçûye û li Tirkiyê di hemû lîgan de yekane tîm e ku hêj têk neçûye.