Amed Spor di werzê nû de yekem car têk çû

Amed Spor di werzê nû de yekem car têk çû

PeyamaKurd - Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê ya Tirkiyê de, têdikoşe, li stadyûma xwe li hemberî Kastamonusporê 1-2 têk çû.

Tîma keskesor Amedspor di tevên lîgên Tirkiyeyê de tekane tîm bû ku heta vê hefyeyê têk neçûbû.

 Amedspor di hefteya 16emîn de mazûvaniya Kastamonusporê kir.

Amedsporê baş dest bi lîstikê kir û lîsikvanê wê Muhammed Enes Durmuş hîn destpêka lîstikê, di xuleka 5emîn de 1-0 pêş xist.

Futbolîstê Kastamonusporê Kubilay Yavuz jî di xuleka 20emîn de bersiva Amedsporê da û nîveka ewil a lîstikê 1-1 bi dawî bû.

Di nîveka duyem a lîstikê de futbolîstê tîma Kastamonusporê Yalçin Kilinç di xuleka 50î de golek avêt û lîstik bû 1-2.

Amedsporê di xuleka 55an de penaltî bi dest xist lê sûd jê wernegirt.

Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi encama 1-2yê îsal yekem car têk çû û xwe ji 3 pûanan kir.

Bi vê têkçûnê re Amedsporê di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de xwe ji lîdertiyê jî kir û daket rêza duyem.

 Kastamonuspor jî bi vê serkeftinê bi 34 pûanan bû lîderê Koma Sor a Lîga 2yemîn