Alîgirên Amedsporê wê êdî navê Stadyûma Tahîr Elçî' bi kar bînin

Alîgirên Amedsporê wê êdî navê Stadyûma Tahîr Elçî' bi kar bînin

PeyamaKurd – Alîgirên Amedsporê ragihandin, êdî ew ê li şûna Stadyûma Amedê, navê "Stadyûma Amed Tahîr Elçî" bi kar bînin.

Koma Alîgirên Amedsporê Barikatê diyar kir, ew ê êdî navê "Stadyûma Amedê" ya ku maçên Amedsporê lê tên lîstin bi kar neynin û li şûna wê navê "Stadyûma Amed Tahîr Elçî" bi kar bînin.

Barikat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn, navê stadyûma 33 hezar kursî hat guherandin û wiha got: "Em wek Barikat & Purple Barikat ji dildarên mezin ên Amedsporê re radigihînin ku em ê ji îro pê de, navê stadyûma xwe ya niha Stadyûma Amedê, weke Stadyûma Amed Tahîr Elçî bi kar bînin."