Heke rast be xweş xeber e

Peyama Kurd / Piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî, xuyaye têkilîyên Enqere û Bexdayê xweştir bûne. Herdu alî jî ji Amerîkayê aciz û rikdar in, dixwazin li hember Amerîkayê têkilî û dostanîya xwe germtir û xweştir bikin. Helbet rola Îranê jî di vê yekê de heye.

Têkilîyên Erdogan û Abadî ji ber çavên Amerîkayê narevin û ew jî li hember dek û dolabên Enqere û Bexdayê bêhelwest namîne.

Li gor rojnameya Yenî Şafak a nêzîkî Erdogan û hikûmeta wî, Erdogan û Abadî li ser avakirina xeta Ovakoy û Bexdayê li hev kiriye. Li gor xet û projeya Ovakoyê, wê ji Ovakoyê heta Bexdayê xet û derîyek bazirganîyê bê avakirin û bi vî rengî wê Herêma Kurdistanê û derîyê Xabûrê bê derkenarkirin.

Li gor rojnameya Yenî Şafakê, li hember vê projeya Enqere û Bexdayê Amerîka bi rêya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Bret McGurk ketiye nav hewldan û dan û stendinan.

Li gor Yenî Şafak dibêje, Bret McGurk li hember vê projeya Enqere û Bexdayê bi Serok Mesûd Barzanî, malbata Talabanî, Kurdên Şebek, Tirkmen, Ereb û xiristîyanan pêk anîye, Amerîka dixwaze û biryar daye ku Kerkûk û sînorên Tirkîye, Iraq û Sûrîyê têkevin bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Amerîkî. Ji bo vê yekê, biryar hatiye girtin ku di gava yekem de divê 40 hezar milîsên artêşa Îranê ji herêmê bên derxistin û di gava duyem de jî Kerkûk bi temametî têkeve bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê.