Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Testa kontrolkirina bihîstinê ya zarokên nûzayî

Naskirina pitikan a ku bi kêmbûna bihîstinê yan ji weke kerr ji dayik dibin e, ji ber ku windabûna bihîstinê cem pitikan seqetiyek meriv dikare pêşî lê bigire ye.

Di zikê dayika xwe de, zarok di hefteya 18-20 de peşketina guh destpê dike û ji hefteya 30 pê de wek me seh dikin.

Axaftina dayikê hîs dike lê dengê bav na.

Ji sala 2004an vir ve, testa lêgerîna windabûna bihîstina zikmakî ji hemî pitikan re, di roja 3 yan de tê çêkirin.

3/1000 de windabûna bihîstina zikmakî hatiye ragihandin.

Beriya ku nexweş ji nexweşxanê derkeve testa bihîstinê, roja  duyemîn an sêyemîn bi cihaza OAE (oto acoustic emission) tê çêkirin.

Ji %40 tê de dimînin, ji ber rêçikê guh ji ava amniyon, veraşandin, dohnê spî yê ser çermê pitikan tê xitimandin.

Dayik pêwîst e panîk nebin, piştî heftekî piştî guh paqij bibe tê dubarekirin, beriya testê 3 rojan divê serî neyê şûştin.

Heger di cara 3 de testa bihîstinê derbas neke, pêwîst e ABR (AUDİTORY BRAİN STEM  RESPONS) bê çêkirin, hingî em dikarin fehm bikin ka zarok deng dibihîse yan na.

Ji alîkî faktorên bi rîsk hene yê ku pewîst e ABR bê çêkirin.

  1. Prêmature
  2. Kesên ku tedawiya zerika neonatal standin (dermankirina bi şewqê=fototerapî yan guhertina xwînê=exchange
  3. Anomaliyê guh hebe
  4. Demek dirêj di hûndirê camê (inkubatorê de ma bin û antibiyotik standibin)
  5. heger pitikek dilê wî sekinîbe (arrest) û dîsa dil paşvegerîya be.
  6. Bi cîhaza bêhnê hatibe girêdan (entubation)

Heger di testa ABR  de jî ma, pêwîst e bo navenda referansê bê şandin û lêkolîn û dermankirin çi cerrahî çi implant bi kêmahî beriya temenê 1 salî derbas bike, bê kirin.

Bi kurtahî

Divê beriya temenê zarok bibe 3 meh windabûna bihîstinê bi teqez werê diyarkirin.

Beriya 6 mehî divê pitik bi amûrekê were girêdan û perwerdehiya bihîstinê û axaftinê were destpêkirin.

Ger kêmbûna bihîstinê pir giran be, wê gavê pêwîst e implanta koklea bê sazkirin (amûrek e ku di temenê 6 mehî de bi emeliyatê di nav beşên hûndurîn ê guh de tê danîn)


Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşîyên Zarokan) 20.01.2024