Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Hîpotîroîdîzma zikmakî (congenital hypothyroidism)

Tiroîd bi latînî mertal e ango di şer de ew tepsîya girover a ku mirov ji şûr diparêzê ye. Di pêşiya stûyê de cih digre dişibe minminîkê (pinpinîk).

Ew T4, T3 hormon derdixe û dibe alîkar bo pêşketina laş û mêjî.

Hîpotîroîdîzim: Ew tê wateya kêmbûn an nebûna hilberîna hormonê T4, T3.

Sedemên nexweşîyê:

  1. Agnezi 'hîpoplazî (yanî tinebûna yan kemasîya pêşketin û geşbûna tîroîdê ye.
  2. Hilberîna hormonê di tevahiya jiyanê de kêm dibe.
  3. Faktorê hawirdorê: Mîna iyod û dermanan.

Ev bandorek demkî ye.

Hormonê tîroîdê girînge bo pêşveçûna mêjî di her 3 salên pêşîn de.

Ger di wextê xwe de teşhîs û dermankirin neyê kirin, kêmbûna derûnî û zirara mêjî çêdibe.

Axaftin, rûniştin û meş bi derengî dikeve, nizane bixwîne, nikarê binivîsîne, rûyekî wî yê qeba heye, di heman demê de qam dikare qut bimîne.

Dema ku zarok di zikê dayikê de ye

Hormonên tîroîdê ê ku ji dayikê derbasî zarok dibin wî diparêzin heta herdu heftên ku piştî çêbibe jî. Tiroid bixebite yan nexebite di herdu hefteyên pêşîn de tu nîşanên nexweşîyê dernakeve.

Di van herdu hefteyan de pêwîst enexweşî bê naskirin û dermankirin ta ku dereng nekeve!

Di 2006an de programa screening test bo zarokên nûza hatiye destpêkirin. Roja 3-5 ji pehnîya wan dilopek xwîn tê standin û TSH tê diyar kirin, gava pîvana TSH >20  be bi firehî ser naskirina nexweşîyê tê sekinandin, test dubare dibe, T4 û hinek testên dî têne standin û beriya mêjî ziyan bibe pêwîste zû  nexweşî bê dermankirin.

Hevpar: Hîpotîrodîzima zikmakî 1/3000-1/4000 zarokên nu tê dîtin.

•Destpêkirin û tedawiya zû pêşî li paşmayîna derûnî digre.

•Di dema neonatal de teşhîsa klînîkî pir zor e (< 10%)

•Tedawî erzan e, besît e, bi hêsanî tê sepandin û bi bandor e.

Rêjeya berjewendiya / lêçûn (10/1) bilind e.

Nîşaneya herî girîng zerika demdirêj e. Zerika  neonatal ku di zarokên nûbûyî de fîzyolojîk tê dîtin û piştî hefteyekê kêm dibe.

Nîşanê nexweşîyê di van pitikan de, zerik demek dirêj dimîne. Qelsî, bêhalbûn, zehmetiya mijandinê, giriyê bi dengê qalind.

Nekarîbûna germahiya laş û hestiyarbûna sar bê parastin.

Nîşaneyên qebizbûnê jî hene

Heger dermankirin zû dest pê bibe wê gavê ne sekel, ne kêmbûna derûnî, ne jîyan tê guhertin.

Çi qas dereng were teşhîskirin, ewqasî bandorê li mejî dike. Piştî 6 mehan, IQ digihîje <55

Dilopek xwîn jiyanekê xelas dike!


Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşîyên Zarokan)