Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Bandora Pêlên Elektromagnetîk û Roniya Şîn li ser tenduristiya zarokan (Beşa 2)

Pêlên elektromagnetîk- Roniya Şîn a ji dîmendêrên dîjîtal û telefonên zîrek belav dibe û bandora wan a li ser tendûristiya zarokan?

Xetereya pêlên elektromagnetîk (radyasyon) belavbûna van pêlan qadeke elektromagnetîk çêdike.

Nexweşiyen Bedenî :

A-Mêjî ,

1- Mêjî pêlên radyasonê yên ku ji telefonên destan belav dibe şaneyên mejî germ dike û dikuje. An jî kontrola avakirina şaneyên nû wenda dibe û dibe sedema çêbûna tumoran. Ji ber ku hestiyê mêjî (kaaf) li ba zarokan tenik e rîsk li cem wan zêdetir e.

2- Yan ji kansera sîng û girêkên tifê yên di dev de.

3- Kêmbûna baldarî, konsantrasyon û hafizeyê  kêm dike û tevgeranê zêde dike.

4- Bandora xwe li ser karê noronan dike û bi vanan re deng, şewq, reng tesîr li ser bal, kar, ders, wezîfe wenda dibe.

Herwiha hiş her dem li ser tiştekî din e. Karê ku mirov dest pê kiriye naqedîne. Pir xeber dide û pir pirsan dike û guh nade bersivan û ew gelekî bi liv û tevgeran dibe.

B-Nexweşiya tevgeranî: Gava telefon xera dibe yan şarj xelas dibe qiyametê radike.

C-Problemên derûnî û civakî: Depresyon, agresîvbûn û şerxwazî li dorê xuya dibe û ew tu tamê (çêjê) ji jiyane nake.

D- Asosyal dibe, bi tenê ye û dûrî civakê dibe, danûstandina bi mirovan re dibire.

E- Bêxew dimîne. Pir ji temaşkirinê; feqerê piştê û stû têşe û xwar dibe. Tiliyên nazik diêşin.

F- Nexweşiya şeklê serî (mikrosefali, zîrekiya kêm, kêmasiyê dîtinê)

G- Zarok lawaz dibe li xwe dişkîne û  mezin nabe ji ber ku hormonên mezinbûnê kêm çêdibin. Ji ber kêm xewiyê û mijûlbûna li ser telefonê. Ji ber ku ev hormon di navbera 01- 03an de herî zêde dixebitin.

H- Çavmiçiqandin kêm dibe: Hêsir çav dişo, paqij dike, şil dike.

Wê gavê çav ziwa dibe, sor dibe, dixwire û iltîhab dike. Serî diêşe.

I-Jinekolojî ; Dema zarok  kamil dibe çêkirin û jimara sperman hindik dibe. Ji aliyê têşe ve pêşketin çênabe. Rezervê hêkên keçikan kêm dike û ev dibe sedema stêrîlîtêtê û nahêle ku ew bibin xwedî zarok.  

J-Xwînî û endokrînî: Li gora lekolîna gelek nexwiyên losemî û penceşêra troîdê hatine ditin li ba van kesên ku pir telefon xebitandine. Ji ber ku melatonîna ku hormona parastina ji kanserê ye kêm tê çêkirin.

Ev di tariyê de çêdibe. Bi taybetî di saet 12-05 de çêdibe, kêmasiya  di çêbûna wê de hebe dibe ku her tişt were serê mirov. Gava telefon vekirîbe û şewqa wê peketî be mêjî difikire ku ew dem roj e û melatonînê çênake. Melatonîn hormona şahîyê û gh hormona mezin û pêşketinê daye we, qîmeta wan zanibin û ji bîr nekin bi şev çêdike.

Bandora tîrêjên roniya telefonên zîrek li ser tenduristîya zarokan

K-Ziyanê dide çavan (macula degeneration )

Li ser  deqa zer a pirsyara dîtinên pir hûr û tûj. Wekî din dibe sebeba korbûn û pîrbûna çavan!

Dibe sedema peydabûna nexweşiya deqa zer. Katarakt tesîra wê li ser retînayê ye, ji loma her serê 20 xulekan divê çav 20 çirkan vehise.

Çavên  zarokan divê  her dem bê kontrolkirin.

Dibe sedema xewn herimandinê!

Pergala zêdebûnê: Rasterast bandora xwe li ser çêkirin û geşkirina sperm û hêkên keç û lawan dike.

Girêkên troîdê û xwînê (Penceşera troîd û losemiyê)

L-Dil : Zêdebûna xebitandina amûrên dijital a bi saet û rojan li ser  jena xwînê ya di hundirê rehikan de  bandorê dike. Dike ku xwîn hêdî bibe û ev jî dibe sedema embolî û bradikardiyê.

 M- Guh: Tumorên neronên deng (accustic tumor). Tinnitus vertigo nexweşiya xerabûna hevsengiya bihîstinê.

N- Hormon: Dopamîn, melatonîn, Gh, testesteron (Şewq bandorê li ser DNA û avakirina prtoteîn hormona testesteronê dike.)

O-Lawazbûna zayendî

Kalsiyûm nakeve hundire şaneyan

Qebizî: Dema direj a bi telefonê re ya li WCyê dike ku zarok ji 30 xulekan zêdetir bimîne û ev jî dike ku bewasîr çêbibe.

Mîkrob bi destan ve dibin û ev sedema gastroenterît û enfeksiyonên rêçikên îdrarê ye.

Stû û nefes

Bikaranîna telefonê ji bo demên dirêj dibe sedema guherîna pozîsyona serî ya li ser stûyê her ku dirêjtir mirov li dîmendêrê temaşe bike. Ev jî dibe sedema êşa stû û meşa hejhejokî û xwar.

Lê ya ku hê metirsîdar e ev e ku lêkolîn nîşan dide ku ev guhertinên di pozîsyonê de û awayê rûniştina dema ku em zîrektelefona  xwe bikar tînin ziyanê dide fonksiyona pişikê û ekspîrîyûmê kêm dike. Rêjeya hilma ku hûn dikarin di henasedanekê de derxînin, destnîşan dike ku çawa lûleyên bronşê têne xitimandin!

Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşiyên Zarokan)