Rojhat Amedi: Tirkiye û Îran ji bo Kurdan çi be, Rûsya jî ew e !

Di siyaseta dewletan de kultura siyaseta wî welatî gelek girîng e. Dewlet çawa hatiye damezrandin û li ser çi esasî hatiye damezrandin, dibe sîstema wî welatî. Bi gotinek din, sîstema dewletan siyaset û stratejiya wî welatî destnişan dike. Yanî, eger di welatekî de prensîpên demokrasiyê tunebin, yan jî eger ew welat welatek yasayî nebe, di wî welatî de desthilatdariya diktatoriyê hakim e. Rola partî û kesayetên demokrat qet ne girîng e, ji ber ku sîstem rê nade wan. Her çend partî û kesayet soz û peymanan ji bona gorankariyan bidin xelkê jî, lê hewldanên wan di maweyek kurt de bêencam dimîne.

Tirkiye û Îran bi vî hawayî ne. Ev welatên hanê dewletên xwe li ser esasê tunekirina miletan û li ser prensîpên mezheban ava kirine. Çawa ku ji bo Tirkiyê„Pantürkizm“ esas e, ji bo Îranê jî „Panîranîzm“ bi maskeya mezhebê şiîtiyê esas e.

Ev welatên hanê dikarin ji bona parastina „esasên“ xwe tevaya mafên mirovan bikin bin lingên xwe. Herweha, eger bi siyaseta asîmîlasyonê li hember miletên din bi ser nekevin, dikarin ji bo tunekirina miletan Jenosîdan jî bi kar bînin.

Di sedsala dawî de bi sed hezaran Kurd ji aliyê siyaseta nijadperest yaTirkiyê û Îranê ve hatine kûştin û bi milyonan ji erdê xwe hatine dûrxistin. Pêwendiyên navnetewî û bazirganiya herdu welatan jî li ser berdewamiya siyaseta wan tê meşandin. Parastina statükoya dewletên wan ji hemû tiştî girîntir e. Jixwe bi salane pêwendiyên Tirkiyê û Îranê li ser tunekirina miletê Kurd tê meşandin.

Di pêwendiyên navdewletî de, welatên Rojava gelek caran çâvên xwe ji siyaseta nîjadperestiya Tirkiyê û Îranê re girtin. Bi taybetî di demên şerê sar de.

Lê Yekîtiya Sovyet ne bes tenê çavên xwe digirt, herweha raste rast li gel Tirkiyê, Îran, Irak û Sûriyê şerê Kurdan dikir. Piştî bi dawîhatina şerê sar, helwesta welatên Rojava li hember Kurdan hat guhartin. Bi kêmasî pêşneyaran ji bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê dikin û dest bi alîkariya Kurdan jî kirine. Lê Rûsya, ku strukturên dewleta Yekîtiya Sovyet dewr girtiye, hê jî di pirsa Kurd de wek Tirkiye û Îranê ye. Ji ber ku Rûsya jî wek Tirkiyê û Îranê li ser esas û prensîpên dûrî demokrasîyê hatiye damezirandin.

Rûsya hê jî mentalîte û siyaseta Yekîtiya Sovyetê dimeşîne. Her çendî em behsa mentalîte û siyaseta Yekîtiya Sovyetê dikin jî, lê divê em bizanibin ku mentalîteya Sovyetê tu pêwendî bi derbasbûyîna Rûsya yê re nîne.

Bi damezrandina Yekîtiya Sovyetê mentalîte û siyasetek nû hat afirandin, ku pêwendiya wî bi derbasbûyîna ferhenga dîroka Rûsya re qet nîne. Bi vê nerîna xwe ez naxwazim ferhenga Rûsya kevn ji demên Rûsya Çarî biparêzim, lê ferhenga siyaset, ya ku bi damezirandina Yekîtiya Sovyetê hate çêkirin, di eslê xwe da destpêkirina bêkûltûriyê ye.

Yanî Yekîtiya Sovyetê li ser înkârkirina kûltûra kevn ya Rûsan hat damezirandin. Hîmê vê bêkûltûriye bi serkêşiya Lenînê Bolşevîk hat avêtin. Bi navê sîstemek nû, siyasetek nu, kûltûrek nu, tevaya dîroka Rûsya avêtin bin lingan. Bi slogana dost û kesên karker û xebatkaran, hevalbendên miletên bindest sîstemek nû afirandin, lê di realîteyê de tucaran nebûn dost û kesên bindestan.

Bi slogana dost û kesên karker û xebatkaran, dost û kesên miletên blindest ketin rê, lê hê di destpêka damezirandina Yekîtiya Sovyetê de bi milyonan kes kûştin, ji ber ku gundî nedixwestin heywanên xwe bidin dewletê, xudan milk nedixwestin milkên xwe radestî dewleta nû ya Sovyetê bikin. Wê demê Bolşevîkan bi serokatiya Lenîn û cîgirê wî Stalîn 4 milyon kes kûştin. Yanî Jenosîd ! Tevaya neferên malbata Çarên Rûs dan ber gulan û hemû kûştin. Zarokên 2-3 mehî jî dan ber gulan.

Yekîtiya Sovyetê hebûna xwe li ser vê bingehê meşand ku ev jî di sala 1990’de bû sedema têkçûna dewleta wan. Tevaya miletên zîndaniyên Moskova cuda bûn û dewletên xwe ava kirin. Rûsya bi tenê ma, û ji bona ku ji strukturên Yekîtiya Sovyetê dûr neket, hêjî wek welatên Rojava nikare bibe dewletek demokrat. Tahrîbatên ku komûnîst bûn sedem hê jî ji bo pêkanîna prensîpên demokrasiyê rêgirin.

Dîrok xwe dubare dike

Ev siyaseta han bandore xwe li ser siyaseta derva jî heye û em dibînin çawa kû berê Yekîtiya Sovyetê piştevaniya rejîma BAAS li Bagdat dikir, îro jî Rûsya piştevaniya rejîma BAAS li Şam’ê dike. Gava Saddam Hisên li Halepçe bi çekên kimyayî 5000 Kurd qetil kiribûn, Yekîtiya Sovyetê digot, “Irak li dijî Kurdan çekên kîmyayî bi kar nehaniye. Ev derewa çeteyên Kurdan û welatên Emperyalîst e.”

Her wê demê Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya û Swêd xwestin li dijî Saddam Hisên li Komisyona Ewlekariya Welatên Yekgirtî biryar bigrin, lê Yekîtiya Sovyetê veto dikir.

Îro serokê rejima BAAS Beşar Esed li Sûriyê çekên kîmyayî bi kar tîne û bi hezaran kes qetil dike, lê Rûsya pasewaniya rejîma BAAS dike û naxwaze qebûl bike ku rejîma BAAS çekên kimyayî bi kar tîne. Amerîka, Fransa, Brîtanya û hevpeymanên wan dixwazin li diji rejîma BAAS ya Beşar Esed li Komisyona Ewlekariya Welatên Yekgirtî biryar bigrin û wî mehkûm bikin, lê Rûsya veto dike.

Lê vê care Hêzên Hevpeymanan ji ya xwe nehatin xwarê û hêrîş birin ser avahiyên çekên kimyayî yên rejîma BAAS a Sûriyê. Rûsya bi hinek hawarên hîç û pûç seyra lêdanên hêzên hevpeymanan kir û hew! ‘Hevalbendê kevn û nû’ yê Rûsan Tirkiye jî lêdana hêzên hevpeymanan pîrozkir. Ji vir diyar dibe ku hevaltiya Rûsya, Tirkiye û Îranê hevaltiyek sextekarî ye, ne dostaniya stratejîkî ye. Ev cûre dostanî mehkûmê têkçunê ne.

Ji Kurdistana Sor ta Efrîn

Wek me li jor destnîşan kir, Rûsya hê jî li ser siyaseta kevn ya Yekîtiya Sovyetê dimeşe. Destkevtên Moskova ji her tiştî girîngtir in. Tirkiye bi xwe jî, ku bi desthilatdariya hikûmeta Erdogan tê îdarekirin, tucaran nikare xwe ji sîstema komara Tirkiyê dûr bixe. Ji ber ku komara Tirkiyê li ser prensîpên şovenîzma Tirkî û li ser tunekirina miletê Kurd hatiye avakirin.

Damezrênerê komara Tirkiyê Mistefa Kemal Atatürk, ji bona ku Dewleta Kurdistana Sor nemîne xwe nêzîkêî Yekîtiya Sovyetê dikir. Heman demê, xwe nêzîkî Îranê jî dikir. Armanca hevaltiya Tirkiyê bi Îran û Stalînê komînist re têkbirina Kurdistan Sor bû. Mistefa Kemal Atatürk sala di 1929’de gehişt armanca xwe, Kurdistana Sor bi hevpeymaniya Yekîtiya Sovyet û Îranê têk birin. Hevaltiya Tirkiyê û Sovyetê bi tunekirina Kurdistana Sor bi dawî hat.

Îro Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê daxwaza mafên xwe dikin û ev daxwaza hanê di heman demê de rojeva cîhana medenî jî dagirtiye. Cîhan bi sempatî li daxwaza milêtê Kurd dinêre û alîkariya xwe, tenê bi devkî jî be, tine zimên. Tirkiye ji bona ku hebûna xwe biparêze, divê tevaya deriyan li pêş destkeftên Kurdan bigre. Li ku derê dibe bila bibe.

Helwesta Kurdan

Me rastiya Tirkiyê, Îran û Rusyayê rêz kir. Di dîroka tevgera azadîxwaza miletê Kurd de, bi taybetî Kurdên bakur, bi kesayetî û hêzên çep li hemû parçeyên Kurdistanê hemû hêvî û stratejiya xwe bi siyaseta Sovyetê ve girêdabûn.

Lê em carek din dibînin ku Rûsya berjewendiyên xwe di hevalbendiya Tirkiyê û Îranê de dibîne û gava pêwîst bû dikare destkeftên Kurdan bike bin lingan.

Çawa ku Kurdistana Sor kir bin lingên xwe, ji bo xatirê Tirkiye û Îranê,

Çawa ku ji bo peymana petrola Kurdistan û Azerbeycanê, Komara Kurdistan a Mahabadê jî feda kiribu.

Çawa ku şoresa Eylûlê û serokê nemir Mistefa Barzanî fedayî pêwendiyên li gel rejîma BAAS a Iraqê kiribu,

Herî dawî ji bo berjewendiyên xwe Efrîn jî radestêî Tirkiyê kir…

Divê Kurd êdî siyaseta Rûsya baş bixwînin û bi yekcarî jê dûr bikevin.

Pêşeroja miletê Kurd û serketina Kurdan girêdayî hevalbendiya welatên Rojava ye. Divê Kurd bizanin ku dijminê bavan nabe dostê lawan…

 

Rojhat Amedi

19.04.2018