Kî, çawa û ji ber çi van însanan dikin “Penaber?“

Di krîza penaberan de destê Tirkiye û Rûsyayê heye!

Kêşeya penaberan ji bo têkdana Kurdistanê derxistin holê

Li seranserê cîhanê her sal bi milyonan kes terka welatê xwe dikin û dibin penaber. Hinek ji şer direvin, hinek ji zordariya ku li ser wan tê kirin û hinek jî ji rewşa siyasî neçar dibin terka welatê xwe dikin. Em vê rastiyê ji rewşa miletê xwe dizanin…

Bi sed hezaran Kurd, ji hemû parçeyên Kurdistanê, ji salên 70yan vir de ji neçarî terka welatê xwe kiribûn. Ev rewş hê jî berdewam e. Di 10 salên dawî de ji milyonek zêdetir Kurd terka şûn û warên xwe kirin. Di serî de Kurdên rojava û Kurdên êzidî ji navçeya Şingalê. Hinek Kurdên Bakur û Rojhilat jî ketin nav karwanê penaberiyê…

Kurdên ku li Bakur û li Rojhilatê Kurdistanê ji girtin, îşkence û ji darvekirinê birevin divê mirov wan fêm bike. Divê em rewşa Kurdên rojava jî fêm bikin, ji ber ku rewşa wan hê jî ne zelal e. 

Lê gava Kurd, ji aramtirîn herêma Rojhilata Navîn, ji herêma Kurdistanê birevin, divê mirov bi şêweyek ciddî li ser vê babetê raweste û ev jî erka ser şanê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Bêguman xelkê herêma Kurdistanê ji ber sedemên siyasî û aboriyê nareve.

Rewşa siyasî û aborî li herêma Kurdistanê ji hemû welatên cîran baştir e.

Rewşa Kurdên Başûr ji rewşa hemû Kurdên parçeyên din gelek baştir e.

Lê hetmen hinek sedem hene, ku aliyên xêrnexwaz wan sedeman bi kar tînin, xweş dikin ku xelk terka welatê xwe bike.

Armanca wan jî têkdana destkeftên miletê Kurd e.

Lê gava hemwelatiyên Kurdistanê nikaribin wek aliyên siyasî û zarokên wan bibin xudan heman destkeftên heyî, wê demê wê bibin kay û baziya destên xêrnexwazên ku armanca wan têkdana rewşa Kurdistanê ye.

Divê mirov qebûl bike, ku li Kurdistanê çînek ji aliyên siyasî û zarokên wan ve durist bûye, ku qabilê qebûlkirinê niye.

Nerazîbûna xelkê herêma Kurdistanê ku ji destkeftan ‘bêpar’ mane, ji hewldana qaçaxçî û sîmsarên siyasî re bû firsend. Kesî bawer nedikir, ku wê bi deh hezaran xelkê herêmê terka welatê xwe bikin. Eger ji destê wan bê wê bi sed hezaran bikevin riya penaberiyê û ev ji bona desthilatdariya siyasî ya Kurdistanê karesatek mezin e...

Bi hezaran Kurd li ser sînorê Belarûsya û Polonya asê man û ketin nav rewşeke metirsîdar. Înca aliyên pêwendîdar dest bi belavkirina daxuyaniyan kirin. 

Di serî de rayedarên Almanya û Yekîtiya Awrupayê bi daxuyaniyên, “Em tu caran rê nadin “penaberên” Kurd li Belarûs werin welatê me!” helwesta xwe aşkere kirin û ligel desthilatdariya Iraqê û Kurdan ketin pêwendiyê.

Almanya û Yekîtiya Awrûpayê fêm kiribûn ku Belarûs babeta “Penaberan” wek kartek fişarê li hember wan bi kar tîne. Wan fêm kiribûn, ku serokdewletê Belarûs Lukaschenko bi alîkariya Tirkiyê û Rûsya bi hewldana qaçaxçî û sîmsarên siyasî “penaberan” li welatê xwe kom dike, da ku wan li hember Yekîtiya Awrupayê bi kar bîne.

Lê Kurd, bi taybetî jî rêveberiya siyasî ya hikûmeta herêma Kurdistanê haya wan ji vê hewldanê nebû…

Rêxistin û partiyên Kurdan dest bi daxuyaniyan kirin. Di serî de PKK, ku ji bona berdebarankirina herêma Kurdistanê tim hazir û amade ye, dest bi hêrişên xwe kir, bê ku sedemê rasteqîn ya xelkê bîne ser zimên...

PKK, rasterast hikûmeta herêmê û bi taybetî PDK tawanbar kir.

Qaşo desthilatdariya Başûrê Kurdistanê zor li xelkê herêmê kiriye, da ku ew şerê PKK bikin. Ji bona ku xelkê nexwestiye şerê PKK bike, ji neçariyê terka welatê xwe kiriye. Ev ne rast e..!

Ji aliyê din, hinek daxuyanî ji berpirsên herêma Kurdistanê jî hatin.

Bi ya wan; xelkê herêma Kurdistanê ji ber siyaseta Bexdayê û PKKê terka welatê xwe dike. Ev jî ne rast e…!

A rast ev e;    

Weke Yekîtiya Awrupayê û Almanya îşaret pê dan, Lukaschenko dixwest bi alîkariya dostên xwe Putîn û Erdogan “penaberan” wek karteke siyasî li hember Yekîtiya Awrûpayê bikar bîne. Amadekariya vê konseptê saleke berdewam e. 

Hikûmeta Tirkiyê ji vê hewldanê agahdar e û piştevaniya vê konseptê dike.

ji ber ku ew jî hewl dide ku Kurdên Rojava û Başûr terka welatê xwe bikin, ji ber ku;

Îro, Başûr û Rojavayê Kurdistanê aramtirîn herêmên Rojhilata Navîn e.

Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi vî halê xwe, ji Tirkiyê zêdetir bûye stargeha bi milyonan penaberan. Ev Tirkiyê narehet dike, lê Kurd vê rastiyê nabînin.
Sedema rasteqîn ya reva “Penaberan” nayînin ser zimên.

Divê rayedarên siyasî yên herêma Kurdistanê ji xelkê nerazî re bibe piştevan, da ku ew nebin “Penaberên karta fişarê“ li hember welatên hevpeymanên Kurdan. 

“Penaberên karta fişarê” dikare navbera Kurdan û hevpeymanên wan jî xirab bike, ku ev dikare bibe sedema têkçûna destkeftên Kurdan....


 

Rojhat Amedî 

21.11.202
1