Tirk Tirk in, lê Kurd li ku ne?

PeyamaKurd- Di şerê li dijî Kurdan de Tirk hemû dibin yek û berjewendîyên xwe yên netewî diparêzin, lê xwedî derdikevin. Ji çepên wan bigrin heta bi sosyal demokratên wan, ji rastgirên wan bigrin heta bi îslamîst û qaşo ûmmetçîyên wan, li dijî Kurdan dibin yek. Lê mixabin Kurdên Bakur biaqil nabin û dev ji dûvê wan bernadin.

Kurdên ku li dijî AKP û Erdogan deng û rayên xwe dan Kemal Kiliçdaroglu, Ekrem Îmamoglu yên CHP î, îro piştgirîyê didin şerê li dijî Kurdan û xwedî li dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê derdikevin. Helbet CHP partîya dewletê ye, partîya kujer û qesasê serê Kurda ye. Lê sosreta ecêb ev e ku Kurdan hîna jî CHP nas nekiriye û piştgirîyê didin kujerên bapîrên xwe.

Ahmet Türk, ku piştgirîyêk bêsinûr dabu CHP û ligel Kemal Kiliçdaroglu beşdariya rêveçunekî dûr û dirêj kiribû, li kû dere?

Çima deng jê dernakeve?

HDP û girgirekên HDP li ku ne?

HDPî yên ku bajarê Stenbol, Enqere, Izmîr, Antalya û Adana wek diyarî pêşkêşî CHP kirin, li ku ne û li hember helwesta CHP çima dengên xwe dernaxin?

CHP wek her carê, îro jî berjewendîyên dewleta Tirkiyê diparêze û erka xwe tîne cîh.

Lê HDP?

Gelo piştî vê helwesta Kemal Kiliîdaroglu, Ekrem Îmamoglu û yên wek wan, wê pozê HDPî yan bişewite û dev ji dûviktîya CHP û Tirkan berde û vegere ser xeta Kurdayetî û Kurdistanîbûnê?

Emê bibinin…