Ji Almanya berteka tund bo Merkel a ku dijberiya 'Dewleta Kurd' kiribû

PeyamaKurd – Parlamentarê Alman ê ji Partiya Xiristiyan Demokratan (CDU) û endamê Meclîsa Federalî ya Almanyayê Mark Hauptmann, li dijî helwesta Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel derket ku gotibû, “Li dijî avakirina dewleta Kurd im”.

Hauptmann bal kişand ser siyaseta Almanya ya cudahiyê dixe navbera gelên dinyayê û got, “Almanya carna siyaseteke xwedî du kemînan birêve dibe. Ji bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe piştgirî da Kosovayê, lê ji bo Kurdan dibêje na. A rast di rabirduyeke netewî ya Iraqê nîne, Iraq dewleteke çêkirî ye. Ew sînor dema mêtîngeriyê de hatin xêzkirin. Lewma divê rewşa heyî ya Iraqê neyê parastin. Divê ew daxwazkariya li bakurê Iraqê ya dewleta Kurd neyê piştguhkirin.”

Hauptmann da zanîn ku Kurd li herêmê hêmana seqamgeriya siyasî ne û got, “Ewlehiya li herêma otonom a Kurdan ji herêmên din ên Iraqê gelekî baştir e.”

“Divê dewleta Kurd ji bin fişara Tirkiyê bê rizgarkirin”

Hauptmann bi bîr xist ku ew wekî Almanya û Ewropa bi şirîkên Kurd re karekî baş dikin û got, “Divê li herêmê şirîkatiyeke baş hebe, neku wekî dijminkariya Îranê.”

Hauptmann di berdewamê destnîşan kir, “Divê dewleta Kurd ji bin fişara Tirkiyê bê rizgarkirin. PKK li Almanya partiyeke qedexekirî ye. Rewabûna çalakiyên xwe ji dest dide. Divê bê zelalkirin ku dewleta Kurd ne li Tirkiyê, li rojavayê Sûriyê û bakurê Iraqê tê avakirin.”

 “Dê dewleta Kurd bibe serkaniya aramî û îstiqrarê”

Mark Hauptmann herî dawî destnîşan kir ku pêwîste dewleta Kurd bi mentiqê ku bibe cihekî ewle û vehewandinê bo hemû Kurdên dîasporayê û tevahiya dinyayê bê avakirin û li ser dijberiya mafê çarenivîsa Kurdan wiha pê de çû:

“Daxwaza gelê Kurd ne tenê ji bo parastina herêmê, di heman demê de ji bo herêm ji rewşa aloz a siyasî bê rizgarkirin, daxwazeke mentiqî ye. Dê dewleta Kurd û hikûmeta wê, li herêma ku di nav qeyranê de ye, bibe serkaniya aramî û îstiqrarê.”