Me'neya Cejna Qurbanê

Di dîroka dînên esmanî de, xwespartina Xweda û serjêkirina qurbanê ne bes goştdayîna feqîran an jî rijandina xwînê ye. Dema qurban hate gotin şanoyek tê pêş çavên xwedanaqilan û bawermendên nêzîkî Xweda.

Ew şano, wek teatirek Rebbanî ye ku her sal di bîra beşeriyetê re tê anîn. Di wê teatirê de, dilsoziya Îbrahîmî û spartina Îsmaîlî ye navê Qurbanê.

“Ji bona Rebbê xwe nimêj bike û qurbanê serjê bike“ vegera niyeta ser emelê ye navê Qurbanê. Çavvekirina ji xewê û dîtina xewna zarokê ye navê Qurbanê.

“Bavko, bicihanîna emrê bike! Înşellah tu yê min ji sabîrûnan bibînî. Di vir de teslîmbûna dilan e navê Qurbanê.

Tûjbûna kêrê ya bi navê Xwedê û îtaeta Îsmaîlî ya mînakî ye navê Qurbanê. Di vê îtaetê de mayîna bêçarebûna kêrê ye navê Qurbanê.

Taqîkirdneweyek gewre ye sekna Îsmaîl û nêrîna Îbrahîm. Sergiriya ebdanî û teceliyet û semîmiyeta Îbrahîm e ew roj.

Xweda dibêje: "Goşt û xwînên wan nagihêjin Xwedê. Lê belê teqwa we digihêje Xwedê." Qurban navê nêzîkbûnê ye. Lê sed heyf mixabin ew kesê ku xwe alê Îbrahîm dihesibînin, ji pêş serjêkirina heywanekî ji bona riza Xweda, ji bona nefs û meqam û mensibên xwe û di siya qewm û mîsaqên millî de lê bi navê ol û Xwedê ayet û sureyên pîroz li hember me Kurdan bi zalimî bi kar tînin û ji sed salî bêtir e ji Kurdan Qurbanan dibin.

Bi hêvîdariya bidawîhatina Qurbanên ji Kurdan, cejna hemû gelê Kurdên xoşewîst pîroz dikim.

 

Huseyîn Nacî

20.08.2018