Ey mindalên min, kurên jîr keçên hêja..

Ey mindalên min, kurên jîr keçên hêja, çawa ku tê gotin her xwedî nefs wê şerbeta mitinê tam bikin. Dîyar e ku ezê jî bê guman rojekê wê şerbetê tam bikim. Lê ezê çîroka we ya di dilê min de ji we re bibêjim.

Dema min we anî ser rûyê erdê û we di himêza xwe de bîn kir, demsal zivistan bû. Min navoka we li ser dawa xwe bi kevirê Gabar qusand û jê kir. Min we bi ava Zap, Firat, Dicle û Xabûr ve şûşt. Bi çiqilê darên Şengal, Subhan, Cûdî û Ararat ve germ kir. Wê demê di pêsîrên min de hebûna bîrên petrolê nedihat zanîn. Dema dujmin hay ji xemlên min man, êdî hedûrî nedan min. Bi navê dîn, xelîfetî, meşrûtîyeta ne meşrû, hevwelatîya derewîn, demokrasîya dîktatorî û bi cimhûrîyeta bê cimhûr malbata min, yanê we Kurdan xapandin.

Êdî şîyarbin, ezê ji we re çend gotinên dîrokî bibêjim. Hûn van gotinên dêya xwe ya dilşewat bikin guhar û bixin guhên xwe.

Ey kurên min ên jîr!

Ey keçên min ên delalî!

Ev çend sed sal in neyar ji min nebûn xalî.

Sedem: Xizna ser û bin min û xuliqandina ciwanî,

Ji ber vî hîmê min hilweşandin nehîştin koşk û xanî.

Dîsa jî li himber zaliman heta îro li ber xwe da,

Hûn jî bipirsin gelo ev çi bext û talih bû da me Xweda.

Birîndar im, bûm çar parçe, ez kirime cercerê,

Bi lavatî û bi zarîn tu car neyar nayên rê.

Ez bî mam zarokno, hûn jî bûn êtîmên dunê,

Peşka bindestî ji min re, serkeftin ma ji yê dinê.

Ez xapandim neyaran bi dîn û biratî û ol,

Temîya min ev: Şîyar û jîr bin tu car nebin tol.

Biratîya Ereb û Îran û Tûran  nameşe li ser vî tehtî,

Hetanî ji nav xwe dernexîn vî put û latî.

Ji we re bibêjim çend şîret û temî ,

Çep û rastên wan yek in li himber me hemî.

Ey Kurdno!

Behiştê de henin horî, horîya dunê jî ez im,

Ez dayîka we Kurda me lewre wuha bi lez im.

Min navê we danî Kurd, navê min e Kurdistan,

Di himbêza dayîkan de qît jî dibin gulistan.

Heqê min li we helal be ger li min derên xwedî,

Dayîkên xelkê damarî nin, hinek ji min bik fedî.

Dest ji hev bernedin li kêlên bişkivî bidin derz.

Li himber neyaran nebin peyak, bêjin êdî emin ferz.

Bi şivqeta dêtîyê ji bona we dikim gazî û hewar,

Xana xwe avakin lo Kurdino, bila li we nebe êvar.

 

Huseyîn Nacî

13.03.2018