Bersiva min ji bo peyama yekî ji AKPê

Birêz Idrîs, tu nêrína min ya li ser meselên dinê dizanî û min ji mêj de nas dikî.

Wek gotina M.Akîf:

"Zilmê naçerpikînim,
Ji zaliman heznakim,
Ji bona kêfa hinekan
Ji xwe re sixêf nakim."

Ev çend peyamên hûn ji min re dişînin, wekî min berê jî bala te kişandibû ku bîna nîjatperestî û provakasyonê jê tên.

Tu baş bizanibî ne Kurd Kurdên berê ne, ne Erdoxan Erdoxanê berê ye.

Îxaneta Turkîye û Akp û Erdoxan ya li himber Berzanî û Kerkûka heznî nayê jibîrkirin. Ji ber vê xiyanetê xeyalên me têk çûn û hêvîyên me hatin şikestin.

Bi jimar ev xîyanet nayên xilaskirin, pir in. Ji vana dikarim bibêjim:
- Ew Erdoxanê sunnî û bisilman ku hûn wek xelîfe dihesibînin, ji pêș Kurdên sunnî tercîha Îrana şîa kir,
- Ji pêş pêşmergên ku di seyterên xwe de bi cumeetî limêj dikin, tercîha Heştî Şabî kir.
-Ji pêş Berzanîyê sunnî û nexşî ve, tercîha Ebadîyê şîa ku Erdoxan jê re digot " Tu di kilasa min de nînî" kir.
- Ji ber van sedeman bi hezaran Kurd ji cih û warên xwe koçber bûne, mal hatine wêrankirin û xan hatine sotandin.
- Dîsa ew Erdoxan digot ku"Em derî li Kurdan bigrin wê xwarin û cil û bergan nebînin."

Ev Erdoxan ku ne sînor tenê li Kurdan girtiye, ezman jî li wan girtiye...

Baş e, ew Erdoxanê ku ji bona Somalî, Bosnî, Çecenî, Flîstînî, Myammary her wuha xwedêgiravî ji bona hemû bisilmanan hêsiran dibarîne, li himber Kurdên ku bi hezaran alim û şêx û şehîdên xizmetkar û canfedayên îslamê derxistine dujmintîya herê mezin dike, ku Firewn li himber Musa, Nemrut li himber Ibrahîm nekiriye.

Bi vê rewşa îro, yekî weke min ku 13 salên xwe daye AKP jî dike dijminê xwe û Tirkan. Ji ber vê yekê, hêvîkirina heq û hiqûq, edalet û însafa ji Tirkan, AKP û ji Erdoxan ehmeqîya herê mezin nebe çiye?

Heval, ji mirinê wêdatir çi heye?

Erdoxan ji kuştina Kurdan bêtir çi dikare bike? Bav û bapîrên wî Evdilhemid, M.Kemal, Inonu, Evren, Çiller bi kujtinê Kurd xilas nekirin ku Erdoxan jî Kurdan bi kujtinê xilas bike.

Heval, ji 2015 virde fikra AKP/MHP li ser înkara ayetên Xwedayê mezin ku derheq heyata civakî de hene înkar dikin û di fîîliyatê de qebûl nakin. Xwedê dibêje: "Min we bi şûbe û bi qebîlan xuliqandîye da ku hûn hevdu nas bikin." An jî "çêkirina erd û ezman û reng û zimanên we ji ayetên Xweda nin." Lê AKP/MHP dibêjin ey Kurdên xwelî liser, em we nas nakin û li vir ne Kurd hene, ne jî pirsgirêka Kurd. Kî li Turkîyê dijî ew Tirk e. Ev fikra çewt û şaş gelîyekî kûr di navbera Kurd û Tirkan de anî meydanê, ne mumkîn e ku pireya birayetî li ser wî gelîyê kûr bêt çêkirin.

Heval, Xwedayê mezin kerem dike: " Ger hûn zaliman terk nekin, agirê ku were ewê we jî mesix bike". Di sîya vê ayetî de em binhêrin li zalim û mazlûman an jî em li ser mesela Efrînê PYD-EFRINÊ û AKP/MHP-TURKÊ rûqal bikin.

Ger PYD ji Efrînê top û gulle û rokêtên xwe bavêtana Entaya, Reyhanli an jî Kilîs ê û kesên masûm bihatana kujtin, qesem bi navê Xweda minê bigota PYD zalim e. Yan jî hêrişî supayên Tirkên ku bi fikra dagirkerî li Sûrîyê ne bikirana, disa jî wê Turkîye merûz bihata dîtin. Lêbelê tiştek wuha neqewimî. Sûc û xetayê Efrînê ew e ku ji Selaheddîn Eyubî de ji Kurdan re mîras maye, Kurdewarî ye û Kurdistanî ye.

Ji ber vê yekê, Xwedê û alem şahide serok û dewleta Tirk zalim in û Tirk jî alîkarîya zilmê dikin. Riza bi zilmê jî zilm e.

Ey Tirkno!
We biratîya Kurdan wenda kirî.
We li Kurdan xîyanetî kir.
We axa Kurdan dagir kir.
Hezar sale we xwîna Kurdan mijt.
Sûcên we pirr e û gunehên we mezin e.

Me daxin qebra reș û tarî jî em vê xîyaneta we nadin jibîrkirin û di rûpelên dîrokê de wê ev rûreşîyên we cîh bigire.

Heval, ezê çend gotinan ji Kurdan re jî bibêjim û tu jî bi çavên Tirkan bixwîne.

Ey qehreman û pêşmerge û şêrên dewra împaratorîyên Asûrî û Kîyanîyan!

Hezar sal in dujmin ji îxtîlafên we yên daxilî îstifade dikin û xwîna we bi bêînsafî dimijin. Bibin yek!

Di yekîtîyê de qewet, di biratîyê de seadet û di dewletbunê de jî silametî heye.

Ey Kurdino!

Do em Kerkukî û KDP bûn. Ji çavreşî, fikra eșîretî, zeafa malê dinê û hezkirina meqam bu sedemê têkçûna Kerkukê. Îro jî li ser me ferzul eyn e ku tev bibin Efrînî û YPG.

Ji ber vê, yek hêrîşa Tirkan ya li ser Efrinê bi girr û hêrs lanet dikim.

Ji şehîdên Efrínê re rihmetê dixwazim.

Ji çekdar, șoreş û şêrên ku li Efrinê li ber xwe didin serkeftin û zaferê ji Xwedayê Adil dixwazim.
Ji bo zaliman bijî cehennem!
Bijî biratî û yekîtîya Kurdan!
Bijî azadîya Kurdistan!
Bijî Berxwedana Efrînê!


Huseyin Nacî

01.02.2018