Wisa ez dewletê dixwazim!

Bi awirvedanekê, gava em li wan rexne û metirsiyên dijberiyên navxwe yên ku li dijî refrandûma serxwebûnê radiwestin, li berhevdana rexne û têbîniyên wan, ligel wan rexne û hêrişên ku her çar welatên dagîrkerên Kurdistanê dikin, em dikarin vê bibînin ku gellekî dişibin hevdu.

Cudahiya helwesta koma navxwe ya dijberên serxwebûna Kurdistanê, ligel helwesta her çar dewletên dagîrker ev e; rexneyên hêz, alî û kesayetiyên navxwe li ser refrandûma Kurdistanê, bingeha xwe ji vê digre ku zêde pirsa hikûmet û dewletê ji hev cuda nakin. Dema ew li dijî serxwebûnê (dewlet) diaxivin, di rastiyê de li dijî hikûmet û desthelatek demkî diaxivin û helwest werdigrin.

Hêrîş û rexneyên her çar welatên dagîrker bi hoşyarî û zanabûn tên kirin. Eger ew li dijî hikûmeta Kurdistanê jî bin, bi piranî armanca wan ew e ku dewleta Kurdistanê ji dayîk nebe.

Leşkerekî qelemfiroşan ava kirine, hemû jî têr alîk kirine da ku bêrêziyê bi armanca herî mezin a Kurdistanê bikin.

Di asta navxwe de, ev kesên bi hoşyarî li dijî dayîkbûna dewleta Kurdistanê dinivîsin, diaxivin û xelkê han didin, hejmara wan ji sed kesî derbas nabe.

Eger em li rêberên wan partiyên ku dijayetiya serxwebûnê dikin mêze bikin, emê bibînin ku heman ev kes in ewên ku bi malper û ekawentên navên nepenî di torên civakî de ji bo lawazkirina baweriya Kurdistaniyan kar dikin. Her ew kek in ku di radyo û ekranên TV an de jî derdikevin. Dema li Silêmanîyê hêrîşî ser baregahên partî hat kirin, dîsan em heman wan çav û rûyan dibînîn, ku bi awayekî newêrekî kevir di destê xwe de girtine û xwe di pişt xelkê sade de veşartine. Herwesa di rojnameyan de bi navên xwe û navên nepenî li dijî serxwebûnê nivîs û gotaran dinivîsin.

Gotina min ne li ser xelkê sade ye, ewên ku li dijî partî ne, dijayetiya dewleta Kurdistanê jî dikin. Ez dilniya me ev kesên ku niha li dijî refrandûm û serxwebûnê diaxivin, eger sibê YNK (baskê mala Mam Celal) û Goran bi beyannameyekê piştgiriya xwe ji referandûmê re xuya bikin, heman ev xelk e ji endamên partî germtir ewê bi nivîs, kempîn û meşan piştgiriya xwe ji referandûmê re eşkere bikin.

Çewtî ev e, ev sed kesên ku li jor me behsa wan kirî, weke mînak eger Goran jî piştgiriya xwe ji referandûmê re ragihîne, heman ev kesane ji bo peydakirina serûkaniya jiyana xwe û dijayetiya Kurdistanê, ewê li dûv ağa û mînberek din bigerin.

Eger em bi kûranî vegerin nava dîroka Kurdistanê, emê bibînin ku ev kesên niha li dijî sexwebûna Kurdistanê dinivîsin û diaxivin, neviyên heman wan kesane ku di dema xwe de li dijî Şêx Mehmudê nemir sekinîne, Şêx neçar kirin ku Silêmaniyê bicîh bihêle. Belê, heman ew kes in ku niha dixwazin bi pêşbînîkirina metirsiyan me û millet ji xwesteka serxwbûne sar bikin. Ev tişt, çima ji bîr çûye ku ewê Kurdistanê kavil dike ne serxwebûn e, belkî Kurdistan bi berhevdana ligel navendên welatên dagîrker bi çendîn qonaxan şûnde maye û gellekî wêran e. Bêkarî, birçîbûn, nebûna jêrxana aborî, şûndamayîna civak û bajarên wê, ji xwe ji berhemê bindestiyê ye.

Serxwebûna Kurdistanê ji bo dawîanîna vê nehametiya ku li jor hat behskirin, rêçareya herî dawiyê ye. Metirsiyên jêrdestiyê gellek ji rîska serxwebûnê zêdetire.

Ji encama bindestiya Kurdistaniyan bû ku karesata enfal, kîmyabaran û Erebkirinê çêbû. Encama jêrdestiyê ye ku li Rojavayê Kurdistanê xelkê Kurd ji nasnama Erebî jî hatibû bêparkirin û Piştêna Erebî (Kembera Erebî) li Kurdistanê hatibû cîbicî kirin.

Ji encama jêrdestiyê bû ku bûyerên qirkirina Dêrsim, Geliyê Zîlan û Asîmiîlasyona Bakurê Kurdistanê çêbû.

Ji ber jerdestiyê bû ku karesata Qarna, Îndirqaş û Pawe çêbû, herwesa keresteyên hoşber û bêkarî li Rojhilatê Kurdistanê bêdadiyê dike.

Eger serxwebûn ji Kurdistanê re ne baş e, çima ji wan çar dagîrkeran re baş e?! Kurdistaniyan dibin jêrdestiya Turk,Ereb û Farisan de her cûre hikûmet tecrube kir. Ji paşatî heya xelafetî, ji Şîe heya Sunne, ji komarî heya dîktatorî, ji hikûmetên sekuler û dînî bigre heya bi xeyal demokrat jî.

Ev biryara serxwebûna Kurdistanê li dijî hemû cûre sistemên dagîrkeran derencamê bêhîvîbûna Kurdistaniyan e. 

 

Elî Ewnî