Nîşanên guhurtinan

Piştî herifîna împaratoriya gendel û sîtemkar a Osmaniyan, Rojhilata Navîn, yan jî baştire em bêjîn mîratê Xîlafeta Îslamî ya Osmaniyan, li ser bingehê berjewendiyên welatên zilhêz (hêzên super) ên wek Beritanya, Fransa û Rûsya ji nû ve nexşa wê hat kişandin.

Ev dariştin û dizaynkirina Rojhilata Navîn, angorî teorî û xwendina geopolîtîk ji dayîk bû. Brîtanya pêdivî bi geografiyek wesa hebû ku her ji Zaxo heya Faw(cîhek li kendavê- Besra-Îraq) bixe nava desthilatdariya xwe. Ev jî seba parastina berjewendiyên xwe, yan jî ji bo ku xwe li ser deverê zal (desthilatdar) bike, bikare heya demek dirêj deverê kontirol bike.

Ji wan zilhêzan re, di nav van de Brîtanya jî, karê wan bi vê çendê nebû, heya ji wan re ne girîng bû ka gelo mirovên di hundurê vê geografiyê de dijîn bi vê yekê razî ne, ewê bi hevre bigûncên û pêk bikin?! Li cem wan ev girîng bû ku berjewendî û bernameyên wan parastî bin.

Di vê navberê de sîtemek zor li milletê Kurd hat kirin. Bi awayek nemirovane ji hemû maf û hebûna wî hat bêparkirin. Em zor caran gunehê wê bêpariyê dixin sitoyê xwe. Em hewl didin hokarên avanekirina statûyekê ji bo gelê Kurdistanê bi navê Niştimanê Kurdistan (ku ev mafê civaka Kurdistanê ye) bi nehişyariya neteweyî, nebûna rêkxistina siyasî û geşenekirina intelligenta Kurdî ve girêbidin ku sereswarê xebatê bigre dest xwe, herwesa bixwe pêşeroja Kurdistanê wek netewe û Hwd neqiş bike.

Ev karekî baş e, hem jî tiştekî rast e. Hemû ev kêmasî û giriftên ku li jor hatin behskirin, dibe ku hîn jî hebin û nehatibin behskirin. Ev tişt hemû hebûne û hîn jî hene. Ev tişt hemû neşên bibin hincet ji bo ku Brîtanya vê sîtemê bike.

Eger hinekî wîjdan hebe, tevaya neteweyên Rojhilata Navîn, nexasme her sê neteweyên serdest û dagîrkerên Kurdistanê, ji me baştir û pêşkeftîtir nebûne û nîn in.

Ev cûre pêşveçûnên li van deran çêbûne, berhemê van çend salên serbixweyî û serdestiya wan e. Em jî bi agir û asin hatin qedexekirin. Bi awayekî bernamekirî hewl tê dayîn, daku civaka Kurdistanê gavê neavêje nava qonaxek nû û pêşkeftî.

Wesa dibînin ku bi dabeşkarî û dizaynkirina nû ya Rojhilata Navîn, wê nemana tundrewiya ayînî, aramiya civakî, cihgiriya aborî û asayişiya dever û cîhanê pêk bê.

Berhemê sedsaliya buhurî ya nexşeya Rojhilata Navîn,  bû egera wê ku Rojhilata Navîn bibe xwediyê dilreqtirîn siîstema dunyayê. Di bin sîha wan hikumetan de kargeha (fabrîqe) berhemanîna tund û tûjiya ayînî, Îslamiya selefî, cîhadî û tekfîrî  keteger, herwesa ji seranserê cîhanê re jî hat şandin û belavkirin.

Niha di warê kirdarî de li hemû dunyayê tiştek bi navê asayişa mirovan nemaye. Di hundur de jî cûre hikumetên di warê aborî ve diz û gendel û ligel cemawer û xelkê xwe jî sitemkar dirust bûne.

Em Kurdistanî tenê ji Enfal û kîmyabarana başûrê Kurdistanê, yan jî ji nehêştina Kurdên li Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê agehdar in. Wekî din, em ji karesatên gelên mîna Belûc, Laz, Çerkes, Ermen û Hwd agehdar nîn in. Herwesa em ji rewşa grûpên ayînî yên wek Şîe, Sunne, Êzidî, Kiristiyan, Kakeyî, Saîbe û Hwd bi agehdar nîn in.

Niha dunya rojava ji wê sîstema devera Rojhilata Navîn bê hêvî ye. Li ser dizaynkirin û guhurîna wê disekine. Ev welat, hinek li hember hilweşan û jinûda dariştina vê de ne. Îraq, Sûriye û nexasme Yemen êdî carek din nikarin vegerin rewşa beriya şerê DAÎŞ û Husîyan.

Tê pêşbînîkirin ku ev şer, yan jî ev piroje ber bi Îran û Turkiyê ve jî dirêj bibe. Sîstema van herdu welatan, hem ji aliyê aboriya cîhanî ve bûye bargiranî li ser aboriya azad, hem jî ji aliyê siyasî ve rewşa asayîşî û tenahiya dunyayê aloz dikin.

Gav bi gav nîşanên guhurtinan derdikevin. Em jî êdî divê tûrê dewletbûna Kurdistanê amade bikin, li êstgeh(pageh)a serxwebûnê amade û li ser lingan bin, çaverêya gihiştina trêna serxwebûnê bin. Ger me tûrê xwe nepêça be, yan jî li êstgeha trênê di xew re biçin, trêna dewletbûnê li benda rêkxistina me nasekine.

Niha ji cîhgorkê ya leyîstikvanan, hevpeymaniya siyasî û pirojeyên welatan nîşanên wan guhurtinan pêk tên. Turkiya ber bi îslamîbûn û vejiyandina xewna Împaratoriya Osmaniyan ve diçe. Ji Rûsya dest bi kirîna muşekên S400 kiriye.

NATO, ji encama xwedûrgirtina Turkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji vê nizîk dibe ku endamtiya Turkiye di NATO de di ber çav re derbas bike. Herwesa bi heman awayî dihizire ku bingehê serbaziya Încîrlîk ji bo dereke din veguhêze.

YPG û PYD jî xerîkin navika xwe ji PKK'ê bibirin, ku PKK hevpeymanê Îran e û di lîsta terorê de ye. Çawa Emerîka alîkariya YPG'ê kir, Rûsya jî bilez bingehên YPG'ê kire armanc.

Di vî warî de, rewşa Îranê gellek ji ya Turkiye aloztir e. Rûsya jî wek hevpeymanek stratejîk reftarê ligel Îranê nake.

Cara yekemîn e, hevpeymaniya serbazî ya welatên Erebî pêk tê. Li dijî teror, tund û tûjiya ayînî û rêkxistina ayînî ya netewî ya Îxwan Muslimîn dibin xwedî piroje.

Baştır e, em bi hûrkanî çavdêriya guhurtinan bikin, em jî xwe û hizra xwe biguhurin, ji serxwebûnê re amade bin.    

..

Elî  Ewnî