Pîvana tifaqa: berjewendiyên netewî yan yên kesayetî

Di siyasetê de dema pîvana nirxandin û şirovekirina bûyeran tê guhertin gotar, daxûyanî û helwest jî vê gorê xwe diguherîne. Bê goman li gora rûdana gotara siyasî diguherê. Lê taybetî ji bo kurdên Bakur dema pîvanek siyasî wek bingeh neyê girtin û helwesta siyasî ne li gora vê pîvanê be, daxwazî û pêşniyar jî wateya xwe winda dikin.

Ji bo kurda gerek pîvan di bûyera û pêşhatiyên siyasî de berjewendiyên Kurdistanî bin. Herweha divê li ser xetek netewî pîvanên siyasî bêne diyarkirin.

Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Hilbijartin li Kurdistanê û Tirkiye çêdibin. Mixabin rast xelet bi gelek zanebûn piraniya aliyên siyasî Kurda di kesayeta HDPê de didin nasandin. Ji xwe ev yek bi serê xwe pirsgirêkek mezine û dibe astend di rêya destxistina mafên rewa yê Kurda de.Heta dibe sedem ku kurd nikarin li ser rêyek meşrû daxwaziya mafên xwe yên netewî bikin.

Di van hilbijartinan de hinek tifaqên partiyan têne kirin. Tifaqa ku HDP dixwaze li gel aliyên din yên kurd pêkbîne ne tifaqa siyasî ye. Tenê hinek alî ji bo destxistina kursiyek diduyan xwe radestî HDPê dikin. Kî çi navî lê bike bila bike lê ew ne tifaqa Kurdistanî yan ya Kurdaye. Ji ber ku tu daxwaziyek ji bo kurda tuneye.

Ji aliyek din hinek partî û aliyên ji derê tifaqa HDPê li gora xwe helwestek danine û hewldidin ku xwe bi awayekî bidin nîşandan. Dema mirov li civîn û çalakiyên van aliyan dibîne, di avahiyên wan de û cihên çalakiyan lê dikin de, Ala Kurdistanê tê bilindikirin. Ev yek bi serê xwe cewaziyek mezin têxe navbera tifaqa HDPê û hinek aliyên din.

HDP li bajarên Tirkiye wek Stanbul, Izmir, Enqere, Mersin û Edenê dixweyê dê li gel CHP û IYI Partiyê hevkariyek weşartî pêkbîne. Yanî ev hevkarî nayê deklere kirin.

Ji xwe kurdên di nav Tirkiye de rêjeya dengên HDPê bilind dikin li bajarên Tirkiye dimînin. HDP dengên li Stanbulê digre li hemû bajarên Kurdistanê nagire. Ji bo vê jî di van bajaran de dengên HDPê ji bo CHPê di van hilbijartinan de gelek girîngin. Tê zanin ku di hilbijartinên parlementoyê de, ji bo HDP benda heyî derbas bike CHPê pişgirîya HDPê kir ji % 2 deng dan HDPê.

Niha jî di hinek bajarên mezinên Tirkiye de, CHP dê di çend navçeyan de kesên HDPê bikin berbijêr û dê HDPÊ jî pişgiriya CHPê bike.

Dema di van hevdîtin û hevkariya de nirxên Kurdistanî daxwazên netewî ne bingeh be, tu bihayê tifaq û bazariya namine, dewsa berjewendiyên netewî , berjewendiyên kesayetî rol dileyze.

Eger tifaq bi navê kurda pêkwerê pîvana yekem ev di bin sembolek netewî de çêbibe. Dema ew sembol nexweyê, bila kesek behsa Kurdistaniyê û kurdbûnê neke.


Dara Bilek

24.01.2019