Hewla Derbeya Tirkiyê Çi Bo Erdogan Kir?

Du sal bi ser hewla derbeyê ya şikestî ya Tirkiyê re derbas bûn. Wê demê û niha jî gorî min ew derbeyê ji aliyê Erdogan bi xwe ve hatiye kirin. Piştî 2 salan Erdogan berhemê wê seneryoya çandî bi vî awayê werdigire:

Yekem: Di şeva derbeyê de bi temamî hestên welatiyên Tirkiyê ber bi xwe ve livand. Xelk tirsand û anî ser cadeyan. Ji bo ji wan re got hewlek ciddî heye û xwe ji gumanên piştî wê dûr bikin.

Duwem: Derbe kir bihaneyek ji bo xwedî desthilat be li biryardanê û bi wî rengî rewşa awarte ragihand da bikare bê vegera dadgehê biryarê bide.

Sêyem: Derbe kir bihaneyek ji bo reşkirina neyarên xwe yên siyasî. Ewê li zarokatiyê li dibistanê jî şer pêre kiri be bi tometa teror û derbeyê girtin û avêtin zîndanan. Hezaran kes hatin girtin û ji kar hatin dûrxistin. Tenê ji ber ku hevbîr nebûn ligel.

Çarem: Çapemenî û azadiya hizir û bîr sînordar kir. Her kanal, rojname, tv û radyoya ne di berjewendiya wî de be di çarçoveya rewşa awarte de girtin. Bi wî rengî  bi dehan kanalên medyayî girtin û bi dehan rojnamevan jî avêtin zîndanan.

Pêncem: Destûr di berjewendiya xwe de guhert. Têde sîstema serokomarî cîbicî kir û hemû desthilatên di destûrê de bi serokê welat ve girêda. Piştre jî referandûm kir, her çende di referandûmê de li ber sernekeftinê bû lê bi bi rengekî ew qonax derbas kir û encamê referandûmê di berjewendiya xwe de livand û xewnên xwe mîsoger kir.

Şeşem: Her di çarçoveya rewşa awarte de çend operasyonek li derveyî sînor pêkanî bi tometa metirsiya terorê û parastina sînoran. Ji wan operasyonan ya Mertala Firatê ku têde karî Cerablûsê û bi ya Çiqê Zeytûnê Efrîn jî dagirkir. Bi vane xwe ji hilbijartinan re amade kir.

Heftem: Hilbijartina Pêşwext kir ji bo salek zûtir bigihe xewnên xwe. Di hilbijartinan de biserket û guhertinên destûrî xiste warê cîbicîkirinê. Serokwezîrtî hilweşand û bû take fermanrewayê welat û heta 10 salên din serokatiya xwe mîsoger kir.

Bi vî rengî ji me re eşkere dibe, hewla derbeya leşkerî ya şeva 15'ê Tîrmehê ew çend di berjewendiya Erodgan de bû ew çend ne di berjewendiya dijminê wî de bû ku wan bi hewla derbeyê tometbar dikir.

Gelek bi zanebûn û wêrekane birêya derbeyê gihişt desthilatê û bi xwe bû take fermanrewayê welat. Ew hewla derbeyê ku tê behskirin bi temamî xizmeta berjewendiyên Erdogan kir û gihişt xewnên xwe.

Bi taybetî xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi giştî ji şer bêzar bûye û gihiştine wê baweriyê ku şer tenê ziyanê digihîne wan. Her ji ber vê jî di referandûma guhertina destûrê de li sla 2017'an û hilbijartinên pêşwext a 24'ê hezîranê dengên Erdogan û AKP'ê li Bakurê Kurdistanê gelek zêde bûn. Eger ne ji Bakurê Kurdistanê ba referandûma guhertina destûrê serketî nedibû. Ji ber vê çendê Erdogan û AKP'ê gelek bi zenebûn pirsa şer û rûbirûbûn bikaranî û di bin wî navî de jî biserket û daku desthilatên xwe mîsoger bike.

 

Beşar Ezîz

22.07.2018