Robotê karker êrîşî endezyarê xwe kir!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku robotekî karkerê fabrîqeya otomobîlan a Tesla ya li Teksas a Amerîkayê, êrîşî endezyarê xwe kiriye û endezyar bi awayekî giran birîndar bûye.
Li gorî ragihandina medya Amerîkî, bûyera ku derketiye holê du sol berê rû daye û robotê ku parçeyên otomobîlan dibirî êrîşê endezyarê fabrîqeyê kiriye.
Hate îdiakirin ku dema êrîşê gelek xwîn ji birîna endezyarê birîndar hatiye ku robot bi pencên xwe ji pişt û milê wî ev ew birîndar kiriye.
Li gorî zanyariyan, ev êrîş ji ber valahiyeke nivîsbariya bernamekirina robot pêk hatiye ku tîma nivîsbariyê ji bîr kiriye bernameya karkirina robot asê bikin.