Serok Barzanî bi heyeta parlementoya Iraqê ya şehîd, mexdûr û girtiyên siyasî re civiya

Serok Barzanî bi heyeta parlementoya Iraqê ya şehîd, mexdûr û girtiyên siyasî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi heyeta parlementoya Iraqê ya şehîd, mexdûr û girtiyên siyasî re li Herêma Kurdistanê li bajarê Selahaddînê (Masîf) civiya. Di civînê de hat gotin ku divê di navbera Kurdistanê û Iraqê de têkiliyên bi mexdûrên malbatên şehîdan, bi yên Enfalê re û mexdûrên rejîma berê re bêhtir pêş bixînin û di navbera Kurdistan û Iraqê de koordînasyonê pêşbixin.

Serok Barzanî balê kişand ser sûcên rejîma berê yên li hemberê xelkê Kurdistanê kiriye û got divê hukumeta federal dawa qurbaniyên rejîma berê bigre ber çav û ji bo kesûkarên şehîdan, mexdûrên Enfalê û mexdûrên rejîma berê yên Iraqê li pêş bigre û tezmînata adil bide wan.

Serokê komîta navborî û endamên komîtê ji serok Barzanî re behsa armanc, xebat û projeyên xwe kirin û agahî dan serok Barzanî.