Serokê Herêmê bi Şêwirmendê Ewlehiyê yê Iraqê Eracî re civiya

Serokê Herêmê bi Şêwirmendê Ewlehiyê yê Iraqê Eracî re civiya

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî, ji bo hewla çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî jî, ji bo hemahengî û xizmeta wî ya ji bo aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Qasim Erecî û tîma wî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Erecî re civiya.

Hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî, di civînê de rewşa ewlehiya Îraqê, metirsiya êrişa terorê, bandora aloziyên herêmê yên li ser Îraqê gotûbêj kirin.

Di daxiyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî de wiha hate gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser alîkarî û hemahengiya nabera aliyên pêwendîdar ên Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û aliyan mijarên asayîş û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê û pêwîstiya hevkariya hemû aliyan a ji bo parastina aştî û aramiya Iraqê hemraman bûn."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên budce, mûçe û çend pirsgirêkên din, duh çûbû Bexdayê.

Serokê Herêmê heta niha li gel çend payebilindên hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqî hevdîtinan pêk anin.