‘Piştî serdana Erdogan a Hewlêrê wê bazirganiya navbera aliyan zêdetir bibe’

‘Piştî serdana Erdogan a Hewlêrê wê bazirganiya navbera aliyan zêdetir bibe’

PeyamaKurd - Serokê Jûra Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya di hevdîtina ligel şanda Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw de ragihand, serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Hewlêrê dibe sedem ji bo pêşdebirina têkiliyên aborî-bazirganê yên her du aliyan.

Mehmet Kaya di pêşwaziya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şanda Jûra Bazirganiyê ya Hewlêrê de got, Tirkiye çiqas pêwendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike, dê qebareya bazirganiya wê jî zêdetir bibe.

Kaya wiha axivî: “Pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê di van 5 salên borî de, ne di asta pêşbînîkirî de bûn, lê em di wê baweriyê de ne wê ji ber serdana dawî ya Serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê qebareya bazirganiya navbera me ji salên 2013-2015an zêdetir bibe.”

Xoşnaw herwiha anî ziman ku bi seferên asmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbakirê re dê bazirganiya navbera her du aliyan hîn zêdetir bibe.

Hêjayî gotinê ye, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şanda sermayedar û karsazên Herêma Kurdistanê doh li Diyarbekirê beşdarî vekirina Pêşengeha Çandinî û Ajalvaniyê ya Mezopotamyayê bûn ku mebesta vê serdanê pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyên bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re.