Omêd Xoşnav: Agirê Bazara Qeyserî di bin kontrolê de ye

Omêd Xoşnav: Agirê Bazara Qeyserî di bin kontrolê de ye

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku tîmên Berevaniya Şaristanî agirê Bazara Qeyserî ya Hewlêrê xistine bin kontolê..

Omêd Xoşnaw, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di xebatên vemirandina agir de çend kes birîndar bûne û got: "Bi xêr be ku ziyana canî çênebûye."

Parêzgarê Hewlêrê her wiha da zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber şewata Bazara Qeyserî pir dilgiran bûye, ji şeva çûyî ve xebatên vemirandina agir şopandiye û biryar hatiye standin ku di derbarê derketina agir de lêkolîneke berfireh bihê kirin.

Omêd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir ku belavbûna agir ji ber xemsariya kasibkaran e ku dikanên xwe nagirin û perdeyan bi ser kelûpelên xwe de nagirin, ji ber vê yekê em ê xebatên birêxistinkirina dikanan bidomînin.

Di derbarê ziyana maddî de jî Omêd Xoşnaw got ku lêkolîn li ser sedema bûyerê tê kirin û wê asta ziyanan bihê destnîşankirin û piştre ew ê wan agahiyan ji raya giştî re eşkere bikin.

Şeva borî, di demjimêr 21:30ê de agir bi Bazara Qeyserî ya paytext Hewlêrê ketibû û tîmên Berevaniya Şaristanî, polîs, asayîş, tenduristî, Zêrevanî û Şaredariya Hewlêrê, ji bo kontrolkirina agir gihîştin cihê bûyerê û dest bi xebata vemirandina agir kiribûn.