Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamena Îranê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamena Îranê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Galibaf re rewşa pêwendiyên dualî gotûbêj kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Galibaf de daxuyaniyekê belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyemîn roja serdana xwe ya Tehranê de bi Serokê Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê re rewşa pêwendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan balê kêşa ser gringiya pêwendiyên baş ên li ser bingeha cîrantî û berjewendiyên hevbeş ên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşxistina hevkarî û peywendiyên hevbeş di hemû waran de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di hevdîtinê de hebûna pêwendiyên di warên aborî, bazirganî, veberhênan, çandinî, geştiyarî, çand û perwerdephiyê de hatine destnîşankirin û hate ragihandin ku derfetên zêdetir ên hevkariyên hevpar ên Iraq û Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hene û wiha hatiye gotin: "Ji bo vê armancê, gring e ku her du alî li ser van pêwendiyan bêtir bixebitin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin.