Nêçîrvan Barzanî û Xamineyî li ser girîngiya têkiliyên Îranê bi Iraq û Kurdistanê re axivîn

Nêçîrvan Barzanî û Xamineyî li ser girîngiya têkiliyên Îranê bi Iraq û Kurdistanê re axivîn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Îranê de, îro 6ê Gulanê li Tehranê bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya dîtina Xamineyî anî ziman û amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Îranê re ya di hemû waran de anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî, spasiya piştevaniya Îranê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir û her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêwendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Herwiha her du alî li ser berdewamiya aramî û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê yên Iraq û Herêma Kurdistanê re hevnêrîn bûn.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne jî hatin axaftin.