Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî: Divê pêwendiyên Hewlêr û Tehranê bêne xurtkirin

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî: Divê pêwendiyên Hewlêr û Tehranê bêne xurtkirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî civînê ragihandin ku divê pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îranê bêne xurtkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê bi Serokkomar Îbrahîm Reîsî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di hevdîtinê de her du aliyan daye zanîn ku divê pêwendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li gorî “prensîbên cîrantiya baş, berjewendiyên hevpar, bilindkirina asta bazirganiyê û pêwendiyên aborî” bêne xurtkirin.

Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî pesnê pêwendiyên kûr û dîrokî yên Îran û Herêma Kurdistanê daye.

Îbrahîm Reîsî bi bîr aniye ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranî biçin wargehên pîroz ên li başûrê Iraqê, li deriyên sînor hêsankariyan dike û ji bo vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alikariyên ku dide Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îranê kir.

Reîsî û Barzanî herwiha diyar kirin ku ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê, divê hemahengî û alîkariyên hevbeş ên Îranê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bikin.