Li Wanê di hefteyekê de 204 penaber hatine desteserkirin

Li Wanê di hefteyekê de 204 penaber hatine desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav hefteyekê de, di encama 63 operasyonan de 204 penaber hatine desteserkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de zextên li ser penaberan zêdetir bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, her roj li dijî penaberan operasyonan pêk tînin.

Parêzgeriya Wanê ragihand ku “Xebatên rêlibergirtina penaberên neyasayî, qaçaxçîtiya penaberan û bazirganiya mirovan berdewam dikin.”

Li tevahiya parêzgehê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di navbera 15 û 21ê Nîsanê de 63 operasyon hatine kirin.

Di van operasyonan de 204 penaber hatine desteserkirin û di derbarê 45 gumanbaran de kiryarên yasayî hatine destpêkirin.