Ji bo cîbicîkirina rênimayiyên Mesrûr Barzanî li Hewlêrê civiyan

Ji bo cîbicîkirina rênimayiyên Mesrûr Barzanî li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd – Li Civata Parêzgariya Hewlêrê civînek hat lidarxistin û di civînê de şewatên li bazarên bajêr bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Bi mebesta guftûgokirina cîbicîkirina rênimayiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bûyerên şewata bazaran, doh Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî Sasan Avnî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Encûmena Parêzgariyê ligel hemû pêkhateyên pêwendîdar ên rêveberiya bajarê Hewlêrê civiyan.

Di civînê de ku dilgiraniya şewata li Bazara Qeyserî ya Hewlêrê hate kirin, sersaxî ji esnafên ku kelûpelên wan di şewatê de zerar dîtine hate ragihandin û spasiya hewldana tîmên berevaniya sivîl, rayedarên tenduristiyê û hêzên asayîşê hate kirin.

Herwiha di civînê de ku çavdêrî li ser cîbicîkirina biryaran hat kirin û balkişand li ser biryar û pêşniyarên di civîna borî de, hat destnîşankirin ku divê hemû biryar ji aliyê aliyên pêwendîdar ve bên cîbicîkirin û her yek ji wan dê berpirsê kêmasiyan be.

Hat ragihandin ku ji bo parastina ewlekariya cihên giştî û welatiyan û ji bo dûbarebûna bûyerên şewatê, divê li cihên giştî tedbîr û rênimayên ewlehiyê bên girtin, binpêkirin û zêdegavî û hemû metirsiyên ku dibin sedema wan ji holê bên rakirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku divê girtina perdeyên li ber dikanan ku sedema girîng a şewat û belavbûna wan e, bê rakirin.