Ji Amerîka daxuyaniya şewata Sûka Qeyserî

Ji Amerîka daxuyaniya şewata Sûka Qeyserî

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê, li ser şewata Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ku 227 dikan û 7 embarên kedkarên sûkê şewitîne û zêdetirî sed kes jî dûxanê birîndar bûne daxuyaniyek belav kir.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro 6ê Gulanê bi daxuyaniyekê hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar kir ku ji ber şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê li nêzî kela dîrokî ya Hewlêrê zirar dîtine û ew şewat wekî karesat pênase kir.

Di daxuyaniyê de, hêviya çareseriyeke zû ji bo birîndarên şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê hate kirin û destxweşî li Tîmên Bergiriya Şaristanî û Tîmên Tendisrustiyê hate kirin ku bi karine zirarên wê şewatê kêm bikin.