Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê: Daxuyaniya Amerîka

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê: Daxuyaniya Amerîka

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, eger aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser paşxistina hilbijartinan lihev bikin, nikarin li dijî wê yekê derkevin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, em dizanin ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo guftûgokirina guhertinên ku di çarçoveya gotûbêjên aliyên siyasî de bên kirin, pêwîstî bi dem heye.

Berdevkê Wezareta Derve ya wî welatî got: "Em di wê baweriyê de ne ku rêkeftina di navbera aliyên siyasî de giring e, lewra eger pêwîst be hilbijartin bên paşxistin, Amerîka ne li dijî wê ye."

Doh Vedant Patel ragihandibû ku Amerîka haydar e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi aliyên siyasî yên din derbarê hilbijartinên parlamentoyê de danûstandinan dike û ew li benda encamên danûstandinan in.