Daxuyaniya UNAMI ya li ser êrîşa Kor Morê: Em girtin û darizandina kiryaran bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Daxuyaniya UNAMI ya li ser êrîşa Kor Morê: Em girtin û darizandina kiryaran bi kêfxweşî pêşwazî dikin

PeyamaKurd – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê (UNAMI) êrîşa li ser qada xazê ya Kor Morê şermezar kir û ragihand ku ew ê desteserkirin û darizandina kiryaran bi kêfxweşî pêşwazî bikin.

UNAMI îro (27.04.2024) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî Xê de helwesta xwe ya derbarê êrîşa li ser qada gazê ya Kor Mor eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşa li ser qada ceyranê bi tundî şermezar dikin, ji birîndaran re şifayê dixwazin û ji malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin."

UNAMI diyar kir ku ew ê pêşwaziyê li lêpirsîna ku ji bo girtin û darizandina berpirsên êrîşê pêk were.

Duh (26ê Nîsanê) li bajarokê Kadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, li dijî qada xazê ya Kor Mor a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîşek hat kirin.

Hate hînbûn ku ji ber êrîşê 4 efserên Yemenî yên li qadê peywirdar bûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku ji ber êrîşa li ser qada xaza Kor Mor gaza santralan rawestiyaye û nêzî 2 hezar û 500 MW elektrîk qut bûye.