Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê êrîşa li ser Kor Morê şermezar dike

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê êrîşa li ser Kor Morê şermezar dike

PeyamaKurd – Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen êrîşa li ser zeviya Kor Mor bi tundî şermezar kir û got ku ev êrîş hewldaneke ji bo bidestxistina berjewendiyên siyasî bi rêya tundûtûjiyê.

Balyoz Stephen Hitchen li ser platforma xwe ya medyaya civakî peyamek weşand.

Hitchen di peyama xwe de wiha got: "Em êrîşa li ser qada gazê ya Kor Mor bi tundî şermezar dikin, ku hewl tê dayîn bi bikaranîna tundiyê destkeftiyên siyasî û aborî bi dest bixin."

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê tekezî li ser wê yekê kir, ku divê berpirsên êrîşa li ser kêlgeha gaza Kor Mor bên dadgehkirin û cezakirin.

Doh (26ê Nîsanê) li bajarokê Kadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, li dijî qada gazê ya Kor Mor a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîşek hat kirin.

Hate hînbûn ku ji ber êrîşê 4 efserên Yemenî yên li qadê peywirdar bûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî ve hat weşandin de hat ragihandin ku ji ber êrîşa li ser qada xaza Kor Mor gaza santralan rawestiyaye û nêzî 2 hezar û 500 MW elektrîk qut bûye.