Angaşt: Ji bo Serokatiya Encûmena Kerkûkê Kurd û Ereb nêzîkî lihevkirinê ne

Angaşt: Ji bo Serokatiya Encûmena Kerkûkê Kurd û Ereb nêzîkî lihevkirinê ne

PeyamaKurd – Hate angaştin ku li Kerkûkê, 6 meh piştî hilbijartinên Encumena Parêzgariyê aliyên Kurd û Erebên Sunne, ji bo Serokatiya Encûmena Parêzgariyê nêzîkî hev bûne.

Li gorî nûçeya Şarkul Ewsatê ku spartiye jêderên polît ên Iraqê, nîşaneyên ku di navbera Kurd û Ereban de, li ser parêzgarê nû bigihîjin rêkeftinê derketine holê.

Jêderan angaştine ku Kurd û Ereb, li ser serokatiya parêzgariyê ya bi dorê ku 2 sal yekî Kurd û 2 sal jî yekî Ereb be nêzîkî lihevkirinê bûne.

Di nûçeyê de jêderan diyar kirine ku piştî pêşniyazkirina formula rêvebirina sê alî ya serokatiya parêzgeriyê, egera ku Tirkmen ji pêşbaziyê vekişin heye, lewre di encumenê de tenê 2 kursiyên Tirkmenan heye û ev yek têr nake ku daxwaza post bikin.

Di encama hilbijartinên Encûmena Parêzgariya Kerkûkê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî, Koalîsyona Ereban 3 kursî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 2 kursî, Bereya Tirkmenan 2 kursî, Qaîdeya Ereban 2 kursî, Hevpeymaniya Ereban 1 kursî û Kotaya Xiristiyanan jî kursiyek bidest xistibûn.

Li gor ve encamê Kurdan 7, Ereban jî 6 kursî bi dest xistibûn.