Agir bi Bazara Qeyserî ket

Agir bi Bazara Qeyserî ket

PeyamaKurd - Agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ket. 16 tîmên agirkuj gihîştin bazarê û dest bi vemirandina agir kirin.

Hate ragihandin ku agir gihîştiye gellek dukanan û li gel tîmên agirkuj, welatî jî ketine nav xebata vemirandina agir.

Heta niha wek fermî di derbarê sedema derketina agir de ti daaxuyanî nehatin dayîn, lê belê tê gotin ku guman ew e ku agir ji ber elektrîkê derketiye.

Parêzgar, Qeymeqam û Rêveberê Giştî yê Parastina Sivîlan ên Hewlêrê jî gihîştin ber Bazara Qeyseriyê û xebata agirvemirandinê ji nêz ve dişopînin.

Yek ji şahidên agir, sedema derketina agir bi hebûna perdeyên li ber dukanan hatine raxistin ve girê da. Şahid got: “Berî niha şaredariyê hişyarî dabû xwediyê dukanan ku perdeyan rakin,. Hinekan qebûl kiribû û perdeyan rakiribûn, lê belê hinekan jî perdeyan ranekir.”

Hate gotin ku agir gihîştiye nêzîkî 20 dukanan.