Abdullah Zeydan serdana Demîrtaş, Mizrakli û Kaya kir
PeyamaKurd – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, serdana Serokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê berê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yên girtî kir.
Zeydan Serokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê berê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yên girtî ziyaret kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê mijarê de agahî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê berê yê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya berê Bekîr Kaya li Girtîgeha Tîpa L a Marmara ya Stenbolê kir.
Hevserokatiya me gelê me yê ku vîna xwe bi xurtî diparêze, her kesê ku hevgirtinê nîşan da, Hevşaredar û endamên meclîsê pîroz kir û diyar kirin ku li hemberî van fedekariya mezin a gel, divê şaredarî xizmetên layiqî gel bikin û ew bawer dikin ku hemû hevalên hilbijartî wê bi dilsoziyek mezin xizmetên baş bikin."
Zeydan derbarê serdanê de jî wiha got: “Ew pir bi moral, berxwedêr û saxlem bûn. Wan silav û rêzên xwe ji hemû gelê me re ragihandin.”