Stoltenberg: Şerekî li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti kesî de ye

Stoltenberg: Şerekî li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya ti kesî de ye

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku di civîna wezîrên bergiriyê yên NATO de li ser her tiştî li hev kirine ku di nav wan de sîstema parastina hewayî ya ji bo dana Ûkraynayê jî heye da her destekê bidin Ûkraynayê.

Stoltenberg, li ser mijara şerê navbera Îsraîlê û Hamasê de got ku li Rojhilata Navîn şerekî bibe ne di berjewendiya ti kesekî de ye û divê şer ji kontrolê dernê ji ber mijarekî heyatiye. Li ser mijara Ûkraynayê Stoltenberg got:

“Wezîrên bergiriyê yên endamên NATOyê ji bo sîstema parastina hewayî û alavên din bide Ûkraynayê li hev kirin. Sîstemên ku pêşniyarî Ûkraynayê bikin hene. NATO kapasita xwe di ber çav de derbas kir. Di nêz de em ê ragihînin.”

Stoltenberg ragihand ku serokê Ûkraynayê Zelenski ji dûr de tevî telekonferansê bûye, di derbarê sehayê de agahiyan daye û weha dewam kir:

“Ez xebatên Almanyayê teqdîr dikim bi taybetî ji biryara dana îlawe sîstema Patriotan ji bo Ûkraynayê razî me. Ji bilî Patriotan di nava çekên ku bidin de Samp-T hene. Li gelek welatên endam tinene û ji bo Ûkrayna bikire gelek welat soza dana perê wan dane.”

Her weha dewleta Danîmarkayê soz daye ku wê bi miqdarê 4 mîlyar Euroyî desteka leşkerî bide Ûkraynayê.