Serokê Filîstînê bang li Amerîkayê kir: Rawestînin!

Serokê Filîstînê bang li Amerîkayê kir: Rawestînin!

PeyamaKurd – Serokê Rêveberiya Filîstînê Mehmûd Ebas, di Korbenda Aborî ya Cîhanê ku li Riyad a Erebistana Siûdî îro dest pê kir axivî û bang li Amerîkayê kir zextan li Îsraîlê bike daku operasyona ser Refahê rawestîne.

Mehmûd Ebas, di civîna derbarê Hevkariya Geşepêdana Gerdunî ya di warê enerjiyê d got: “Em ji Amerîkayê daxwaz dikin bang li Îsraîlê bike daku operasyona çaverêkirî ya ser Refahê bide rawestandin. Lewra tenê Amerîka dikare rê li ber Îsraîlê bigire ku vê tawanê neke.”

Ebas êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê ku piştî êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan a Tevgera Hemasê dest pê kirine, wekî felaketa herî mezin a dîroka Filîstînê bi nav kir.

Herwiha Mehmûd Ebas diyar kir, ger Îsraîl êrîşa ser Refahê bide destpêkirin dê nesekine û êrîşî ser Şerîaya Rojava jî bike.