Piştî teqînên li Îranê Fîdan û Ebdullahyan axivîn
PeyamaKurd- Piştî teqînên îro 19ê Nîsanê li Îsfahan a Îranê ku tê Îsraîlê êrîş kiriye, Wezîrê Derve yê Tirkiye û Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Li gorî ragihandina medya Tirk ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Fîdan û Ebdullahyan îro bi rêya telefonê li ser daxwaza aliyê Îranê axivîne.
Derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya Hakan Fîdan û Huseyîn Emîr Ebdullahyan de ti hurgilî nehatin belavkirin. Tenê hatiye gotin ku geşedanên dawî hatine gotûbêjkirin.